Bi deh hezaran şêniyên Efrînê soza berxwedanê heta rizgarkirin Efrînê nû kir

Bi deh  hezaran koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê soza berxwedan û têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê da.

Bi deh hezaran şêniyên Efrînê soza berxwedanê heta rizgarkirin Efrînê nû kir
Bi deh hezaran şêniyên Efrînê soza berxwedanê heta rizgarkirin Efrînê nû kir
Bi deh hezaran şêniyên Efrînê soza berxwedanê heta rizgarkirin Efrînê nû kir
Bi deh hezaran şêniyên Efrînê soza berxwedanê heta rizgarkirin Efrînê nû kir
Bi deh hezaran şêniyên Efrînê soza berxwedanê heta rizgarkirin Efrînê nû kir
Bi deh hezaran şêniyên Efrînê soza berxwedanê heta rizgarkirin Efrînê nû kir
Bi deh hezaran şêniyên Efrînê soza berxwedanê heta rizgarkirin Efrînê nû kir
18 adar, 2021   17:01
ŞEHBA

Bi diruşma"Bi rihê berxwedana Garê û Serdemê em ê Efrînê rizgar bikin" Meclisa kantona Efrînê meşeke girseyî bi boneya salvegera 3’yemîn a dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, li dar xist.

Bi deh hezaran ji pêkhateyên herêma Efrînê ji Kurd, Ereb, Tirkmen, ji tevahî navçe û gundewarên Şehbayê û navçeya Şêrawayê li ser rêya di navbera bajarokê Babins û navçeya Fafînê de kom bûn, da ku beşdarî meşa li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku tevahî sûcan li dijî sivîlên Efrînê pêk tînin, bibin.

Meşvanan wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û pankratên "Bi rihê berxwedanên Garê û Serdemê em ê Efrînê rizgar bikin", "Rûsya di dagirkirina Efrînê de hevkar e", "Bi rihê Garê û Serdemê em ê vegerin", "Em ê wê bi agirê Efrînê bişewitînin", "Kesên destên xwe bixe destên kujer û sûcdaran ew sûcdarekî li dijî Kurd e" û"Agirê Berxwedana Serdemê dê bilind bimîne" hildan.

Meş bi diruşmên silavkirina berxweddanên Serdem, Garê û Heftanînê û şermezarkirina bêdengiya navneteweyî li hember sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê, dest pê kir.

Meş li Dibistana Ajokariyê ya navçeya Fafînê vegerî mîtîngê û şêniyan deqeyeke rêz girt, piştre Endama Rêveber a Kongreya Star a Herêma Efrînê Hediye Yûsif tevî hildana çiqilê zeytûnê axivî û wiha got: "Îro û piştî derbasbûna 3 salan di ser dagirkirina Efrînê re ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bêdengiyeke navneteweyî heye. Ji lew re em bi gotinên tund û tûj vê bêdengiyê şermezar dikin, ji ber tenê ev bêdengî dikeve xizmeta dewletên kapîtalîst."

Hediye Yûsif wiha domand: "Piştî ku dewleta Tirk berxwedana me ya li hemberî xwe nas kir û di Garê û Heftanînê de têkçû, tola xwe hilda, ji lew re planên nû li dijî rêber Abdullah Ocalan meşandin û idîayên nebaşiya tenduristiya rewşa rêber Ocalan belav kirin, tecîrdê berdewam dike, armanckirina şênî û derbekirina projeya neteweya demokratîk didomîne."

Hediye Yûsif piştrast kir ku berxwedana şêniyên Efrînê tevî rewşên dijwar û dirêjkirina mayîna wan li kantona Şehbayê, berdewam e û wiha pê de çû: "Bi berxwedana wan dê Efrîn li şêniyên wê yên resen vegere û dê dagirkeran bi derxin."

Dûvre Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan wiha got: "Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ku îxanet li şoreşa xwe kiriye û bûne dûvikê dewleta Tirk a dagirker, êdî niha di destê dewleta Tirk de alavek ji bo qetilkirina şêniyan û derbekirina projeya neteweya demokratîk a bi armanca hewldana yekkirina gelê Sûriyê ye."

Îbrahîm Qeftan diyar kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di berxwedana xwe ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de heta rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de berdewam in.

Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa kantona Şehbayê Cuma Kalo îşaret bi êrişn bênavber ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî kantona Şehbayê kir û wiha got: "Berxwedana me lawaz nabe û dê berxwedanê berdewam bikin û ala têkoşîn û rizgarkirinê bilind bikin."

Piştre endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqayê Buseya Şêx daxuyaniyek xwend û got, şêniyên Reqayê piştgiriya berxwedana Efrînê dikin û di berxwedanê de heta rizgarkirina Efrînê ji çeteyên girêdayî dewleta Tirk de berdewam in.

Mîtîng bi diruşmên silavkirina berxwedanê bi dawî bû.

(fr)

ANHA