Şêniyên Til Birakê bi meşekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi boneya 3`yemîn salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û ji bo zelalkirina rewşa tenduristî ya rêber Abdulah Ocalan şêniyên navçeya Til Birakê meşek li dar xist.

Şêniyên Til Birakê bi meşekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Til Birakê bi meşekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Til Birakê bi meşekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Til Birakê bi meşekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Til Birakê bi meşekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
18 adar, 2021   11:40
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Birakê ya girêdayî kantona Qamişloyê û endamên Partiya Yekitiya Demokratîk, Kongreya Star, saziyên tenduristiyê, Meclisa Malbatên Şehîdan û rûspiyên êlên Til Birakê tev li meşê bûn.

Meşvanan bi sloganan dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir. Her wiha meş li ber Çerxerêya Şehîdan rawestiya û hevseroka meclisa navçeya Til Birakê Emîna Xilêf axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê hemû cureyên sûc, tundî û qirkirinê li dijî şêniyan meşandin wekî ku Dewleta Osmanî jî meşand.

Emîna da zanîn ku ew bang li gel dikin ku li dijî kiryarên dewleta Tirk rawestin. Her wiha li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin û iha domand: "Em ê li ser pêyan bin hetanî ku rewşa tenduristiyê ya rêber Ocalan eşkere bibe, ji ber ku doza rêber Ocalan dozeke neteweyî ye."

Piştre endama Kongreya Star Rusil Remedan jî axivî û got ew dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar dikin û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê destdirêjiyê li jinan dikin û tundiyê jî dimeşînin. Armanca wan a sereke ji van sûcan ew e ku herêmên me bi dest bixin û gelê me qir bikin. Her wiha dagirkeriya xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfirehtir bikin."

Rusil destnîşan kir ku tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan metirsiyê li cem gel çêdike û got: "Em bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan û asta tekoşîna xwe bilind bikin."

Meş bi sloganên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.

(sb)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2mkFQkGbyY8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>