Lêkolîner û dîplomatê Ermen: CPT`î têkildarî rewşa Ocalan bi erka xwe ranabe

Lêkolîner û dîplomatê Ermen Hamo Moskovyan got rêxistina CPT`î têkidarî serdana girtîgeha Îmraliyê bi erka xwe ranabe û bang li rêxistinê kir ku biçe Îmraliyê û rewşa tenduristî ya rêber Ocalan eşkere bike.

Lêkolîner û dîplomatê Ermen: CPT`î têkildarî rewşa Ocalan bi erka xwe ranabe
17 adar, 2021   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN- GÎVARA ŞÊX NÛR

Piştî ku di 14`ê Adarê de hin aliyên nenas li ser medya civakî agahî li ser tenduristiya rêber Abdullah Ocalaln belav kirin, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya taybet bi rêber Abdullah Ocalan û girityên din ên li Îmraliyê daxuyaniyek da raya giştî.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dauxyand ku nikarin bi tu rengan peywendiyê bi muwekîlên xwe yên li Îmraliyê re deynin ku li wir; Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Hamîlî Yildirim û Birêz Veysî Aktaş dimînin.

Têkildarî mijarê, lêkolîner û dîplomatê ermenî Hamo Moskovyan ji ANHA`yê re wiha got: “Bêrêzdariya dewleta Tirk gihaşt rêjeyek mezin, ku destûra hevdîtinê nede malbat û parêzerên Ocalan. Bi taybetî bi belavkirina agahiyên li ser nebaşiya tendursitiya wî re. Rêber Ocalan sala 1999`an bi komployeke navneteweyî hate revandin û radestî hikumeta Tirkiyê hate kirin, bêyî ku dadgeheke adilane pêk were.”

Moskovyan destnîşan kir ku Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) têkildarî serdana girtîgeha Îmraliyê bi erka xwe ranabe û got, “Divê bi erka xwe rabe. Nexasim ku bi milyonan Kurd li seranserê cîhanê û li Lubnanê li dijî kiryarên dermirovî û derexlaqî yên rejîma Erdogan û alîgirên wî, rabûne ser piyan.”

Moskovyan bi navê hêzên Ermen, Suryan û komîteyên mirovan ên cîhanê banga “azadkirina rêber Ocalan” kir, her wiha bang li CPT`î kir ku biçe Îmraliyê û rewşa rêbertî eskere bike.

Hamo Moskovyan di dawiya axaftina xwe de got: “Serkeftin para me ye, dê rêber Ocalan ji girtîgehê derkeve û azad bibe.”

(cx)

ANHA