Şoygu: Peywendiyên me yên têkildarî Sûriyê bi DYA`yê re xurt in

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoigu piştrast kir ku Rûsya û DYA ji bo birêvebirina qada hewayî û têkoşîna li dijî terorê li Sûriyê, ew rojane peywendiyan datînin û li ser xaka Sûriyê hevdîtinan dikin.

Şoygu: Peywendiyên me yên têkildarî Sûriyê bi DYA`yê re xurt in
17 adar, 2021   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Shoigu diyar kir ku Rûsya û DYA peywendiyên der barê Sûriyê de li ser asta tektîkî û pratîkî, dewam dikin.

Shoigu di hevpeyvîneke bi ajanseke Kazaxistanê re wiha got: "Ez ji we venaşêrim, îro li Sûriyê di asta tektîkî û partîkî de peywendiyên me yên xurt bi hevkarên me yên amerîkî re hene. Dibe ku ev tiştekî veşartî be ku ez eşkere dikim. Rojane gelek caran têkildarî birêvebirina qada hewayî û girtiyan tedbîrên ji bo têkoşîna li dijî terorê, peywendî çêdibin.”

Wezîrê Rûsyayê destnîşan kir ku gavên yekem ên rêveberiya nû ya Amerîkayê bi hatina serok Joe Biden re, hêviyan çêdikin û da zanîn ku ew êdî li şûna pêşkêşkirina pêşniyarên ku pêk nayên, derbasî diyaloga rastî û bi sûd bûne û mînaka wê yekê peymana “START-3 " ye.

(dm)