Kurdistaniyên li Lubnanê banga zelalkirina rewşa rêber Ocalan kir

Îro kurdistaniyên li Lubnanê meşek li dar xistin û bi rêya meşê li pêş Komseriya NY’yê daxuyaniyek da, tê de banga zelalkirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan kir û bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku berpisirên xwe li hember rêbertî pêk bînin.

Kurdistaniyên li Lubnanê banga zelalkirina rewşa rêber Ocalan kir
16 adar, 2021   21:43
BEYRÛT

Kurdistaniyên li Lubnanê ji Qada Beşara Xorî ya li Beyrûtê heta navenda Komseriya NY’yê dest bi meşê kir, di meşê de wêneyên rêber Ocalan, pankratên bi banga azadiya rêbertî û diruşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan hatin hildan.

Piştî meşvan gihaşt pêş navneda Komseriya NY’yê deqeyeke rêz girt û dûvre daxuyaniyeke da û wiha tê de hate gotin:

"Ev agahiyên dem bi dem tên belavkirin bi mebest û metod in û dikevin xizmeta şerê taybet. Dewleta Tirk a faşîst jî di vê yekê de pisporane ye.

Tenduristiya rêber Abdullah Ocalan nûnertiya tenduristiya tevahî keç û xurtên gelê Kurd dike. Rêbertî sembola doza Kur, kilîta çareseriya wê ye.

Bi vê mesa girseyî ku îro tê lidarxistin, em bang li NY’yê ya li paytexta Lubnanê Beyrûtê dikin ku berpirsên xwe pêk bîne û li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan bisekine."

Piştî daxuyaniyê nûnerê Ermenî yê li Lubnaê Hamo Moskvian wiha got: "Dijmin bi hemû hêza xwe hewl dide me ji rêber Ocalan, fikir û felsefeya wî bi dûr bixe. Lê belê em bi rêbertî ve girêdayî ne û li ser şopa wî dimeşin."

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ppHoFqjtu6w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>