Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 5 kesên din bi korona jiyana xwe ji dest dan

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 45 kesên din bi vîrusa koroneyê(Covid-19) ketine û 5 kes jî jiyana xwe ji dest daye

Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 5 kesên din bi korona jiyana xwe ji dest dan
16 adar, 2021   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane 2 mêr ji Tebqa, 2 mêr ji Reqa û Şehba û jinek ji Şehba ye.

Mistefa piştrast kir ku li Bakur û Rojhilata Sûriyê 45 kesên din bi vîrusa koronayê ketine, ji wan 22 mêr in û 23 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 9

Qamişlo: 8

Dêrik: 4

Gikê Legê: 1

Dirbesiyê: 1

Tirbespiyê: 1

Tebqa: 7

Minbic: 5

Reqa: 3

Dêrazor: 3

Kobanê: 2

Şehba: 1

Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 8 hezar û 900 kesan ji wan; 346 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 259 kes jî baş bûne.

(dx)