Rêveberiya Kampa Girê Spî: Çirava li nêzî kampê wê bibe sedema belavbûna nexweşiyan

Rêveberiya Kampa Girê Spî têkildarî çirava li nêzî kampê, hişyariya belavbûna nexweşiyan kir, her wiha bang li aliyên peywendîdar kir ku bi lez vê pirsgirêkê çareser bikin.

Rêveberiya Kampa Girê Spî: Çirava li nêzî kampê wê bibe sedema belavbûna nexweşiyan
10 adar, 2021   09:25
EYN ÎSA

Li dirêjahiya aliyê rojava yê Kampa Koçberên Girê Spî çiravek heye ku firehiya wê ji 3 metreyan heta 7 metreyan e. Ava kanalîzasyonê di çiravê de kom dibe. Di hatine demsala buharê re bangên rêveberiya kampê û koçberan ên ji bo çareserkirina vê pirsgirkê zêdetir dibin.

Hevserokê Rêveberiya Kampê Koçerbên Girê Spî Mihemed El-Şêx da zanîn ku heger çareserî ji vê pirsgirêkê re neyê peydakirin, dê nexweşî li hundirê  kampê belav bibin, nexasim nexweşiyên ku ji ber çopê, konçalan û çiravan çêdibin, mîna "Laşmanyayê".

El-Şêx diyar kir ku wan bang li aliyên peywendîdar ên meclisa kantonê û rêxistinên li kampê kirine da ku tavilê çareseriyê ji vê pirsgirêkê re bibînin.

Mihemed El-Şêx da zanîn ku xwezaya vê deverê çolistan e, ji ber vê yekê bêhn ji çiravê derkeve, nexasim di saetên şevê de dema ku bayê ji aliyê rojava ve radibe.

Li aliyekî din jî koçberê bi navê Xelef Remezan jî bang li aliyên peywendîdar kir ku  beriya demsala havînê çareseriyê ji vê yekê re bibînin.

Dewleta Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrişî Serêkaniyê û Girê Spî û pirraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên nêzî sînorê dewleta Tirk kirin û her du bajarên navborî dagir kirin, di encama van êrişan de bi hezaran şênî koçber bûn.

Koçberê bi navê  Hisên Îbrahîm îşaret bi xeteriya çiravê û bêhnên ku jê derdikeve kir û got ew li ser jiyana zarokan bi xof e û diyar kir beriya çend rojan xizmekî wî di kortekê ku tenê çend metreyan dûrî  çiravê bû de xeniqî.

Zarokê bi navê Hisên Mihemed ê 11 salî di kortekê de ku rêxistinekê li kampê kolabû, werbû û jiyana xwe ji dest da. Kort li kêleka kampê bi awayekî nedirûst hatibû girtin.

Kampa Koçberên Girê Spî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li gundê Til Semin ê 30 km dikeve bakurê bajarê Reqayê hate avakirin. 3 hezar û 530 koçberên ji kantona Girê Spî û gundewarên wê lê dimînin, rêxistinên li kampê dixebitin soz da ku ew ê lêçûna çêkirina kanalîzasyonan bide.

(eh)  

ANHA