Tayîp Temel: Ji ber têkçûna xwe ya li Garê, êrişî HDP’ê dikin

Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel got “Rastiyeke hikumeta li Tirkiyê heye ku di dîplomasiya xwe de têk çûye, di destwerdana xwe ya li Rojhilata Navîn de têk çûye û di polîtîkaya xwe ya Sûriyê de bi temamî têk çûye.”

Tayîp Temel: Ji ber têkçûna xwe ya li Garê, êrişî HDP’ê dikin
5 adar, 2021   06:19
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENÎZ

Piştî êrişa têkçûyî ya hikumeta AKP/MHP'ê ya li ser Garê, êrişên li ser HDP'ê zêde bûn. Hikumeta AKP'ê ku hewl dide têkçûna li Garê binixumîne, armanc dike ku tola xwe ji HDP'ê û gelê Kurd hilîne. Di vê çarçoveyê bi nîqaşên li ser girtina HDP'ê û girtina endamên HDP'ê dewam dikin. Her wiha li dijî vê helwesta agresîf jî kampanyaya "Ji bo her kesî edalet" a HDP'ê dewam dike.

Cîgirê hevserokên giştî yê HDP'ê û parlamenterê Wanê Tayîp Temel li ser operasyonên qirkirina siyasî yên hikumeta Tirk ên li dijî HDP'ê got: “Rastiyeke hikumetê heye ku di dîplomasiya xwe de têk çûye, dest di Rojhilata Navîn werdaye û di polîtîkaya xwe ya Sûriyê de bi temamî têk çûye. Şirîkatiya AKP/MHP'ê ya desthilatdar hewl dide muxalefet û aloziyên civakî yên li Tirkiyê li ser dijminahiya Kurdan dîzayn bike.”

‘XWESTIN TÊKÇÛNA LI GARÊ JI XWE RE BIKIN FIRSENDA DÎZAYNEKE NÛ’

Temel xuya kir ku desthilata AKP/MHP'ê ji ber bombebarana balafirên şer ên Rûsyayê ya li ser Idlibê ku di encamê de 30 leşkerên Tirk mirin, muxalîf sûcdar kirin û destnîşan kir ku êrişa li hemberî serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu wê demê pêk hat û wiha axivî: “Rewşa krîtîk a Garê, rewşeke siyasî ye ku dikare rê li ber îstifayê veke. Bi salan e rêxistinên civaka sivîl a demokratîk û partiya me hewl didin ku xwe bigihînin malbatên wan kesan, lê belê hikumetê şevekê bombe bi ser wan de barandin û dizanî ku kesên dîlgirtî li wir in û bûn sedem ku jiyana xwe ji dest bidin. Tevî vê êrişê jî, her çend divê yan îstîfa bikirina yan jî hesab bidana, lê hewl dan dîzayneke nû pêk bînin. Piştî operasyona Garê, hikumetê xwest wê li dijî partiyên muxalîf veguherîne operasyoneke siyasî.”

Tayîp Temel destnîşan kir ku serdanên wezîrê karên hundir Suleyman Soylu û wezîrê parastinê Hulusî Akar ên ji partiyên li meclise re ji bo vê yekê bûn ku xwe ji berpirsyariyê bidin alî û got:  "Ev siyaset bi ser neketin. Tu partiyeke muxalefetê xwe li pişt vê desthilatê negirt ku di pozîsyona hesabdayînê de ye. Ji wir jî armanc kirin ku bi gotinên şovenîst û nîjadperest yekitiyekê ava bikin û HDP'ê li derveyî wê bihêlin û pêvajoya lînçkirina HDP'ê bidin destpêkirin. Lê belê negihîştin vê armancê.”

‘HÊZA YEKANE YA LI DIJÎ BLOKA FAŞÎST DISEKINE, HDP YE’

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel wiha dewam kir: “Koma Perînçek û MHP'ê ku demeke dirêj kampanya ji bo girtina AKP'ê meşandin, ev demeke dirêj e bang dikin ku HDP were girtin û lînçkirin. Yên ku xebatkarên polîtîkayên şer ên hikumetê bûn, xwestin rewşa li Garê veguherînin operasyoneke siyasî. Tiştên ku dixwestin bi dest nexistin û dema ku ev nekirin, hin parlamenterên me bi îdiayên pûç ên trajedîk û komîk hatin tawanbarkirin. Em pir zelal dibînin ku du sedemên sereke yên vê pêla êrişan hene; bi êrişa li dijî HDP'ê re hewl didin opozîsyona herî berxwedêr qels bikin û bi zimanê xwe yê antî-Kurd hewl didin faşîst û nîjadperestan seferber bikin. Ya duyemîn jî ew e ku HDP yekane partiya wêrek e ku li dijî vê bloka desthilatdar a faşîst radiweste. Ji ber vê yekê cesareta wê her ku diçe bandora xwe li partiyên din jî dike. Ji ber vê yekê, eger helwesteke dijber hebe, eger rewşeke teslîmnebûnê hebe, dîsa navenda wê HDP ye, lewma jî armanca wan a destpêkê HDP ye. Rewşa ku piştî Garê derketiye holê; acziyet, qelsî û têkçûn e.”

‘GEL BERÊ XWE DIDE HDP’Ê’

Temel wiha pê de çû: “Kurdên ku ji ber hin sedeman deng dane AKP'ê, berê xwe didin HDP'ê. Li herêmê baweriyek heye ku AKP nirxên îslamî fesad û xelîf dike. Girse berê xwe didin HDP'ê. Bi polîtîkaya xwe ya hevgirtinê ya berxwedêr hem li Kurdistanê hem jî li ber çavê gelên Tirkiyê siyaseta li dijî şer û kuştinê ya HDP'ê çareseriya siyaseta diyalog û muzakereyê û çareserkirina pirsgirêkan e. Piştgiriya berdewam a gel li hemû qadan yek ji faktorên girîng ên rawestandina vê pêla êrişan e."

Temel diyar kir ku partiyên Kurdan ên li Kurdistanê zextên li ser HDP'ê qebûl nakin, xwe amade dikin ku di rojên pêş de daxuyaniyeke hevpar bidin û got: "Dizanin ku eger li hemberî êrişên li dijî HDP'ê ranewestin, dê bi xwe di bin bandora vê pêla êrişan de bimînin û di vê yekê de helwesta tevgerên Kurdistanî gelekî hêja ye.”

‘DI DIJÎ DESTHILATÊ TORA BERXWEDNÊ ÇÊDIBE’

Tayîp Temel destnîşan kir ku rojevên ku ji aliyê hikumetê ve têne diyarkirin, wan eleqedar nakin û kampanyaya "Ji bo her kesî edalet" berdewam dikin û got: "HDP niha li dijî polîtîkayên tecrîd, şer, kuştin, înkar û antî-Kurd bi kampanyaya 'Ji bo her kesî edalet ' hewl dide xeta berxwedanê ava bike. Bi rastî jî em karê xwe dikin. Hemû polîtîkayên êrişê yên li dijî HDP'ê di rastiya xwe de êrişên bi armanca tesfîyekirina muxalefetê ne.”

Di dawiyê de Tayîp Temel diyar kir ku divê hikumeta AKP'ê dest ji siyaseta xwe ya şaş berde û wiha lê zêde kir: "Banga me li gelê me ye; tu hêz nikare me ji bo hilbijartinê bisekinîne û ji pêşbirka hilbijartinê derxe. Her tim alternatîfeke me heye. Bi tu awayî em nikarin li derveyî hilbijartinan bimînin, bila dilê gelê me rehet be. Lê ji bo parastina HDP'ê, li dora HDP'ê bibin yek û tê bikoşin û dersa pêwîst bidin desthilatdaran. HDP firsendek e ku divê ji bo gelan, azadiyan, çîna karker û hemû nasnameyên bindest bê parastin. Em bang li gelê xwe dikin ku li dora HDP'ê bibin yek û vê têkoşînê biparêzin. Bê guman ev têkoşîna me dê bi ser bikeve."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Eg7YQkzvrpc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>