​​​​​​​Parêzerên rêbertî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

​​​​​​​Parêzerên rêbertî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
2 adar, 2021   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ên ku parêzerên rêber Abdullah Ocalan in ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Bi hinceta ‘Nexşerê’yê ya ku Ocalan li parastina xwe ya di sala 2009’an de ya li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê zêde kiribû, Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di 23’ê Îlonê de hevdîtina bi parêzeran re 6 mehan qedexe kiribû.

(cx)