Şêniyên Hesekê şehîdên meha Sibatê bi bîranîn

Şêniyên bajarê Hesekê 152 şehîdên meha Sibatê bi bîranîn.

Şêniyên Hesekê şehîdên meha Sibatê bi bîranîn
Şêniyên Hesekê şehîdên meha Sibatê bi bîranîn
Şêniyên Hesekê şehîdên meha Sibatê bi bîranîn
Şêniyên Hesekê şehîdên meha Sibatê bi bîranîn
Şêniyên Hesekê şehîdên meha Sibatê bi bîranîn
28 sibat, 2021   14:52
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê merasîma bîranîna 152 şehîdên meha Sibatê yên şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Başûrê Sûriyê li dar xist.

Merasîm li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ya Hesekê hat li darxisitn. Bi sedan malbatên şehîdan beşdar bûn.  

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Esad got: "Şehîdên me ji bo azadî û rûmeta gelên Bakur û Rojhilata Sûriyê canê xwe feda kir û hêrêmên me ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin."

Esad banga xwedîderketina li nirxên şehîdan kir û soza şopandina xeta şehîdan da.

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Hesekê fermandar Remedan Badînî got: "Bi saya şehîdên me me gelek destkeftî bi dest xisitn. Gelên Bakur û Başûrê Sûriyê bi tevahî pêkhate û mezhebên xwe ji bo jiyanek ewlehî û aramî canê xwe feda kirin."

Badînî her wiha got: "Gelek komployên li dijî herêmên me tên kirin, lê em bi hemî hêz û îradeya xwe van komployan têk bibin."   

Remedan soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed navên tevahî şehîdên meha Sibatê xwendin.

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

)dx(

ANHA