'Ji bo têkbirina planên dagirkeriyê hevgirtin pêwîst e'

Endamên partiyên siyasî yên li Til Hemîsê banga hevgirtinê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker kir û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê nexşeyên xwe yên dagirkirinê xêz bike.

'Ji bo têkbirina planên dagirkeriyê hevgirtin pêwîst e'
26 sibat, 2021   09:57
QAMIŞLO -ŞIHAB EHMED

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya gefên xwe yên domdar ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide qada dagirkeriya xwe berfireh bike. Piştî serdana dawî ya Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar a ji Bexda û Hewlêrê re û hevdîtina bi gelek rayedarên li wir re ku di 18 û 19`ê Çileya derbasbûyî de pêk hatibû, serokkomarê Tirkiye di 22`yê Çileyê de gefên pêkanîna êrişeke nû ya li dijî herêma Şengalê ya Başûrê Kurdistanê xwarin. Hemwextê wê yekê êrişên li dijî navçeya Eyn Îsa û Til Temirê didomînin.

Li dijî gefxwarinên serokkomarê dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertek zêde dibin. Ji ber ku dewleta Tirk hewl dide xewna xwe ya Osmanî li ser hesabê rijandina gelê Sûriyê pêk bîne.

/ar/uploads/files/2021/02/26/092641_frj-abrahym-alhmwd.webp

Girêdayî mijarê, serokê Nivîsgeha Partiya Mûhafezekarên Demokratîk a navçeya Til Hemîsê Ferec Îbrahîm El-Hemûd ji ajansa me re diyar kir ku kesên ku alîkariya dewleta Tirk dikin ku xaka Sûriyê dagir bikin ew hevkarê vê dagirkeriyê ne.

Ferec El-Hemûd got: "Erdogan hewl dide desthilata xwe ya Osmanî zindî bike û welatê me dagir bike, lê belê welat welatê me ye, ji beriya hezarên salan ve em lê dijîn, em qebûl nakin ku tu dewlet êrişî welatê wan bikin û gelên wan qetil bikin.

Ferec El-Hemûd bang li dewletên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan kir ku gelê Sûriyê yên mayî rizgar bikin.

Serokê Nivîsgeha Partiya Mûhafezekaran a Til Hemîsê Ferec El-Hemûd di dawiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriya gelê Sûriyê bike.

ꞌLI DIJÎ PROJEYA DEMOKRATÎK A LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ HEWLDANA DERBEKIRINÊ HEYEꞌ

/ar/uploads/files/2021/02/26/092658_mhmd-aldham.webp

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Til Hemîsê Mihemed El-Deham behsa siyasetên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

El-Deham diyar kir ku dewleta Tirk ji destpêka krîza Sûriyê û heta niha de tu roleke erênî nelîstiye, yan jî bi armanca misogerkirina aramiyê tu alîkarî bi gel re nekirine, berovajî vê yekê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hewldana derbekirina projeya neteweya demokratîk dike.

Der barê rewşa ku herêmên dewleta Tirk a dagirker ew dagirkirine Mihemed got :"Heta niha tu aramî li van  herêman tune ye û ji ber komên cuda yên li wir ewlehî tune ye û gelek sûcên qetilkirinê têne kirin."

ꞌÊRIŞÊN DEWLETA TIRK BI ARMANCA TUNEKIRINA ÇANDA CIVAKAN INꞌ

/ar/uploads/files/2021/02/26/092701_yasr.webp

Serokê Nivîsgeha Partiya Nûjen û Demokrat a Sûriyê ya Til Hemîsê Yasir El-Xidir got dewleta Tirk bi rêya gefên xwe û êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide çanda herêmê tune bike û xaka Sûriyê dagir bike.

Yasir El-Xidir bang li şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî planên dewleta Tirk hevgirtina xwe çêkin û got: "Ji bo têkbirina planên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê  divê tevahî pêkhateyên herêmê hevgirtî bin, ji ber ku dewleta Tirk dixwaze li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê nexşeya xwe ya dagirkiriyê xêz bike."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hh2LjPCn41c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>