Hejmara wesayîtên dagirkeriya Tirk di dewriyeya 42'yan de kêm bûne

Di dewriyeya polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên dagirkeriya Tirk a li gundên navçeyên Dirbesiyê û Zirganê, wesayîtên dagirkeriya Tirk vê carê kêm bûn.

Hejmara wesayîtên dagirkeriya Tirk di dewriyeya 42'yan de kêm bûne
25 sibat, 2021   11:43
HESEKÊ

Li gorî peymana Soçiyê ya ku di 22'yê Cotmeha 2019'an, îro dewriyeya 42'yan a polîsên leşkerî yên Rûsyayê û dagirkeriya Tirk li gundewarên navçeya Dirbesiyê û Zirganê pêk hat.

Dewriyeya hevbeş ji dergeha gundê Şirik ê rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest pê kir.

Dewriyeya hevbeş ji 5 panêzerên Rûsyayê û 4 wesayîtên hêzên dagirkeriya Tirk tevî 2 helîkopterên Rûsyayê pêk hat.

Dewriyeyên ku berê li gundewarên navçeya Dirbesiyê û Zirganê derdiketin, hejmara wesayîtên her du aliyan wekî hev bûn. Lê îro hejmara wesayîtên dewleta Tirk kêm bûn.

Dewriyeya hevbeş ber bi gundewarên rojavayê Dirbêsiyê  yên Zehir El-Ereb, Kesra, Qîrwan, Kirkind, Hajoxlî, Etîşan û Qinîtira ve çû. Dewriyeya hevbeş rêya xwe neguhart û piştî ku gera xwe bi dawî kir, di heman gundan re vegeriya û wesayîtên artêşa Tirk derbasî Bakurê Kurdistanê bûn.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LlgYyFcHHl8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>