Rojnameyên erebî: Qeter dixwaze rola xwe li Sûriyê xurt bike

Rojnameyên erebî yên îro behsa dosyaya Sûriyê, dadgehkirina endamên hikumeta Şamê û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Qeter dixwaze rola xwe li Sûriyê xurt bike
25 sibat, 2021   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

‘QETER DIXWAZE ROLA XWE BI RÊYA ITÎLAFÊ LI SÛRIYÊ VEJÎNE’

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Ereb nivîsî: "Qeter tevgerên xwe yên dîplomatîk li herêmê zêde dike, di serî de jî ji Îran û heta Lubnan û Sûriyê. Bi hêvî ye ku bandora xwe ya ku di nava çend salên dawîn de bi paş de ket, vegerîne.

Li gorî aliyên siyasî yên erebî ku Dewha dixwaze hewayê navneteweyî û herêmê bi hebûna rêveberiya nû ya Amerîkayê re keysbaz bike da ku tozê ji ser dîplomasiya xwe rake. Di heman demê de, Dewha dibîne ku rewş baş e da ku destkeftiyan bi dest bixe û bandora xwe li herêmê vegerîne.

Li gorî heman aliyên siyasî yên erebî, Dewha dixwaze careke din giraniya xwe bide qada Sûriyê. Di vê çarçoveyê de, dixwaze bi rêya îtîlafa Sûriyê ku di sala 2012`an de hatiye avakirin, derbasî dikeya Sûriyê bibe.

Di vê çarçoveyê de, Qeterê roja duşemê, serokê îtîlafa Sûriyê Nesir El-Herîrî pêşwaz kir û serdana El-Herîrî du rojan dewam kir. El-Herîrî di serdana xwe de, bi wezîrê karên derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Abdulreham Al Sanî re jî hevdîtin pêk anî.”

'EWROPAYÊ CARA YEKEM SERBAZEKÎ BERÊ YÊ HIKUMETA ŞAMÊ DADGEH KIR'

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa biryara dadgeha Almanyayê ya der barê serbazê berê yê hikumeta Şamê de kir û destnîşan kir ku biryara ku ji aliyê dadgeha Koblenzê ve li dijî serbazê bere yê hikumeta Şamê Iyad El-Xerîb hêvî da çalakvanên Sûriyê û parêzeran ku cîhan ji bo dadgehkirina rejîma Sûriyê, amade be.

Dadgeha bilind a Koblenzê cezayê girtinê bi 4 sal û 6 meh da Iyad El-Xerîb.

‘LÎBYA… NAKOKIYÊN DER BARÊ ERÊKIRINA HIKUMETÊ DE’

Rojnameya El-Beyan girêdayî nakokiyên di navbera aliyên Lîbyayê de bi destpêkirina avakirina hikumeta nû re, wiha nivîsî: "Nakokiyên di navbera endamên meclisa parlamenteran de der barê erêkirina hikumeta nû ya Lîbyayê de, têk çûn. Vê yekê hişt ku serokê hikumetê Abdulhemîd El-Debîbe behsa vegera li komxebata siyasî bike da ku erêkirinê bi dest bixe.

Balyozê Amerîkayê yê li Lîbyayê Richard Norland ji bi serokê meclisa parlamenteran Eqîle Salih re tekezî li ser girîngiya lidarxistina civînê kir da ku baweriyê bide aliyê rêveber di zûtirîn demê de.”

 (bx)