PDK’ê siyasetmedarekî ji Bakur radestî dewleta Tirk kir

Asayîşa PDK’ê siyasetmedarê ji Bakurê Kurdistanê Omer Bartan radestî dewleta Tirk kir. Bartan ji ber zextên dewleta Tirk û cezayên lî wî hatine birîn, çûbû Hewlêrê.

PDK’ê siyasetmedarekî ji Bakur radestî dewleta Tirk kir
24 sibat, 2021   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Omer Bartan ê 48 salî ji navçeya Tetwan a bajarê Bedlîs ê Bakurê Kurdistanê ye. Ji ber xebatên xwe yên siyasî, ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve hatibû girtin û zêdetirî 12 salan di girtîgehê de mabû.

Piştî ku bartan ji girtîgehê derket, dozên der barê wî de û zextên dewletê dom kir, lewma di Hezîrana sala 2019’an de neçar ma ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.

Li gorî nûçeya Rojnewsê Omer Bartan li bajarê Hewlêrê dima û 3’yê Tîrmeha 2019’an ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hat girtin. Li gorî zanyariyên ku malbata Bartan dane, ji roja ku hatiye girtin ve agahî ji wî nehatine girtin.

28’ê Çileya 2021’an polîsên dewleta Tirk ên Şirnexê li malbatê geriyan û got “Omer dema xwestiye ji sînor derbas bibe, hatiye girtin.”

22’yê Sibatê jî Omer Bartan ji girtîgeha bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û hemû tiştên hatine serê wî, ji malbatê re vegotin.

ZEXTA SÎXURIYÊ LÊ HATE KIRIN

Li gorî agahiyên ku malbatê dane Rojnewsê, Omer Bartan dema li Hewlêrê hatiye girtin bi zext û gefan re rû bi rû maye. Her wiha gelek zext lê hatine kirin ku sîxuriyê bike.

Omer Bartan ji malbatê re gotiye ku asayîşa Hewlêrê gelek zext û gef li wî kirine ku bibe sîxurê wan, lê wî tu tiştek wan qebûl nekiriye. Lewma piştî ku ev zext qebûl nekirine, di 28’ê Çileya 2021’an de destên wî hatine kelepçekirin, çavên wî hatine girêdan û bi wî rengî ew birine sînorê Bakurê Kurdistanê. Bartan ragihandiye ku asayîşa PDK’ê bi awayekî fermî ew radestî dewleta Tirk nekiriye, lê bi awayekî ku dest û çavên wî girtî, di Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl re derbasî aliyê Bakur kirine û li wir hiştine.

Bartan ji malbatê re gotiye ku piştî asayîşa PDK’ê ew biriye aliyê Bakur, vê carê polîsên dewleta Tirk ew girtiye. Piştî lêpîrsa hatiye kirin jî Bartan derxistine dadgehê û bi hinceta ku beriya niha der barê wî 12 sal cezayê girtîgehê hatiye dayîn, ew şandine Girtîgeha Şirnexê.

DER BARÊ BARTAN DE 3 DOZ HENE

Omer Bartan niha li Girtîgeha Şirnexê tê girtin û der barê wî de 3 dozên din jî hatine vekirin. Eger 3 dozên wî yên din jî bi encam bibin û ceza bê birîn, wê hîn demeke gelekî dirêj di girtîgehê de bimîne.