‘Serkeftina Garê, serkeftina Şengalê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye’

Bi hezaran şêniyên Dêrik û navçeyên wê sersaxiya malbata şehîd Abducebar Mihemed (Xabûr Dêrik) ê ku di berxwedana Garê de şehîd bûye, kir.

 ‘Serkeftina Garê, serkeftina Şengalê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye’
 ‘Serkeftina Garê, serkeftina Şengalê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye’
 ‘Serkeftina Garê, serkeftina Şengalê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye’
 ‘Serkeftina Garê, serkeftina Şengalê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye’
 ‘Serkeftina Garê, serkeftina Şengalê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye’
 ‘Serkeftina Garê, serkeftina Şengalê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye’
 ‘Serkeftina Garê, serkeftina Şengalê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye’
 ‘Serkeftina Garê, serkeftina Şengalê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye’
 ‘Serkeftina Garê, serkeftina Şengalê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye’
 ‘Serkeftina Garê, serkeftina Şengalê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye’
23 sibat, 2021   15:42
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê ya girêdayî Qamişlo, şandeyên ji saziyên sivîl, leşkerî, Hêzn Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Hawerî, Hêzên Trafîkê, oldar, Meclisa Rûspiyên Eşîran û partiyên siyasî berê xwe da Navenda Şehîd Bawer ku sersaxiya malbata şehîd Xabûr Dêrik bikin.

Dema şênî gihaşt Navenda Şehîd Bawer a ku bi wêneyên berxwedana Garê û wêneyên şehîd Xabûr Dêrik, al û sembolên Kurd hatibû xemilandin, diruşmên bijî berxwedana garê, şehîd namirin berz kirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre ji fermandarên YPG’ê Botan Dêrik axivî û wiha got: "Berxwedana Garê, destaneke dîrokî ya nû li têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanî nivîsand û planên bi armanca berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, gelê Kurd û gelên herêmê bi bin xistin."

Dêrik wiha domand: "Serketina Garê serketina Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî parçeyên Kurdistanê ye. Divê em li hember planên dewleta Tirk a faşîst ên bi hedefa têkbirina vîna me, bisekinin."

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Hesen Ubeyd îşaret bi planên dewleta Tirk ên bi hedefa têkbirina fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan kir, ku êdî rêber Ocalan bûye rêberê gelên azadîhez.

Ubeyd wiha gotina xwe berdewam kir: "Êriş û topbaranên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me, ne nû ne. Faşîsta Tirk kêliyekê jî ji siyaseta têkbirina vîna gelê Kurd bi paş ve nekişiye. Serkeftina Garê derbeyeke giranê li faşîstê da, ku ji bîr nake."

Hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat bi navê Rêveberiya Xweser wiha axivî: "Girtina rêber Abullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de bû û êrişa li dijî Garê, berdewama vê komployê bû."

Berekat piştrast kir ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê qetilkirina êsîran qedexe dike. Her wiha êsîrên dewleta Tirk ji çenda salan ve hatibûn girtin û tu îşkenceyên derûnî yan jî bedenî li dijî wan pêk nehatin.

Berekat daxuyand ku faşîsta Tirk tevahî çek li dijî Garê pêk anî, lê ev çek li pêş berxwedana HPG’ê li ber xwe neda, bi wê re neçar ma ku leşkerên xwe yên êsîr bombebaran bike, da ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê tewanbar bike û tevgerê li pêş raya giştî reş bike.

Endama rêveber a Kongreya Star a Dêrikê Şadya Yûsif axivî û serkeftina berxwedana Garê ya ku destanên lehengî û fedayiyê li dijî faşîsta Tirk şikandiye pîroz kir. Ji ber Erdogan soz dabûb gelê Tirkiyê ku êsîran rizgar bike û Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk bibe.

Şadya Yûsif eşkere kir ku piştî dewleta Tirk a faşîst di Garê de bi bin ket, siyasetmedar û parlamenteran digire û berxwedana Garê serkeftina li hember tevahî plan û komployan e.

Li aliyekî din jî bi navê oldarên Dêrikê Yûsif Ehmed wiha got: "Şehîd li gel xwedê û mirovan pîroz e. Ji ber ew canê xwe di oxira parastina rûmet, xak, pîrozî û nirxên mirovahiyê de feda dikin."

Bi navê PYD’ê ya Dêrikê Mihemed Abdurehman diyar kir ku serkeftina Garê tevahî planên dewleta Tirk a faşîst li hember berxwedana HPG’ê bi bin xistin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Qehreman Mihemed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Bi navê malbata şehîd Xabûr Dêrikê jî, Viyan Hesen wiha axivî: "Dewleta Tirk a faşîst tevahî çereyên çekan bi kar anî. Lê gerîlayên HPG’ê berxwedaneke dîrokî ya bêhempa raber kir û destaneke dîrokî li ser destanên di dîroka têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê de zêde kir."

Dotmama şehîd, Viyan Hesen da zanîn ku berxwedana Garê destana qehremantiyê nivîsand, da ku nifşên pêşerojê bi azadî û rûmet bijîn.

Wesîqeya Şehadetê;

Nav û Paşnav: Abducebar Mihemed

Navê tevgerî: Xabûr Dêrik

Navê bav: Îsmaîl

Navê dê: Zelîxe

Dîroka tevlêbûnê: 2013’an

Dîroka Şehadetê: 14’ê Sibata 2021’an

(fr)

ANHA