Ciwanên Dêrazorê li dijî êriş û sûcên dewleta Tirk daketin qadan

Ciwanên rojhilata Dêrazorê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk û sûcên wê li dijî gelên herêmê şermezar kirin

Ciwanên Dêrazorê li dijî êriş û sûcên dewleta Tirk daketin qadan
23 sibat, 2021   12:41
DÊRAZOR

Bi dehan ciwanan li pêşiya avahiyê ciwanan a Hecînê kom bûn û ji wir dest bi meşê kirin. Ciwan li kolanên Hecînê geriyan û ber bi nexweşxaneya giştî ve çûn. Xwepêşandêran siloganên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û siyaseta hikumeta Şamê berz kirin.

Meş li pêş nexweşxaneyê veguhirî mitîngê. Endamê Tevgera Ciwanan li Hecînê Muwefeq El-Hesen bi navê ciwanên gundewarên rojhilata Dêrazorê daxuyaniyek xwend û destnîşan kir ku ew ê piştgiriya Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) di şerê wan a li dijî dewleta Tirk, têkoşîna wan a li dijî şaneyên hikumeta Şamê, çeteyên DAIŞ'ê û şaneyên veşartî de, bikin.

Muwefeq El-Hesen  got: "Em wekî ciwan soz didin şehîdan ku rêya wan bişopînin."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WzUdsNmNKQ4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>