Li Dêrazorê ciwanek ji aliyê kesên nenas ve hate qetilkirin

Li gundewarê Dêrazorê kesên nenas  bi guleyan êrişî ciwanekî kirin û ew qetil kirin.

Li Dêrazorê ciwanek ji aliyê kesên nenas ve hate qetilkirin
15 sibat, 2021   18:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane ANHA'yê, kesên nenas ku li motorsîklêltê bûn, gule li ciwanê bi navê Abdullah El-Emîr  reşandin.

Çavkaniyan gotin, El-Emîr karmendekî Şaredariya bajarokê Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê ye, di encama êrişê de jiyana xwe ji dest da.

ANHA