Li Dêrazorê li ser komploya navneteweyî semînerek hat dayîn

Li herêma Kîsra ya gundewarê rojavayê Dêrazorê semîner li ser Komploya Navnetweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan semînerek hate dayîn.

Li Dêrazorê li ser komploya navneteweyî semînerek hat dayîn
Li Dêrazorê li ser komploya navneteweyî semînerek hat dayîn
Li Dêrazorê li ser komploya navneteweyî semînerek hat dayîn
15 sibat, 2021   17:52
DÊRAZOR

Semîner ji aliyê Partiya Pêşeroja Sûriyê  û saziyên civaka sivîl a herêma Kisrayê ve hate dayîn. Endama rêveber a Saziyên Civaka Silî Mereh Şiwêx, bi navê Partiya Sûriya Pêşerojê Huzeyfa Ehmed, bi navê meclisên herêmî Xalid Emo semîner bi rêve bir. Di semînerê de hejmarek ji şênî, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, Xalid Emo axivî û wiha got. "Di ser komploya ku li dijî rêber Abdullah Ocalan re 22 sal derbas bûn. Komplo bi rêya kiryarekî îstîxbaratî ya bigirêk pêk hatiye. Tê de rola dewleta Tirk a li herêma Rojhilata Navîn eşkere bû."

Emo got, komplo eşkere kir ku dewlet, rêxistinên navneteweyî, cîhazên îstîxbaratê û dîplomat beşdarî girtina kesekî bûne. Da ku fikirên wî yên rizgariya Kurd armanc bikin.

Emo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Rêber Ocalan tu sûc li dijî qanûna navneteweyî û li dijî mirovahiyê pêk neaniye, lê ew ramannas û xwediyê teoriya kombûna gelên herêmê, pêkanîna wekhevî û jiyana hevbeş di nava tevahî neteweyan de ye. Bi wê re jî girêdan û hevkariyê di nava tevahî şênî û pêkhateyên herêmê de ava kir."

Endama rêveber a Saziyên Civaka Sivîl a Dêrazorê Mereh Şiwêx wiha got: "Siyasetên veguherandina Rojhilata Navîn a ber bi nakokiyên ve nakeve xizmeta gelên herêmê, lê belê dikeve xizmeta berjewendiyên hêzên hegamon. Lê rêber Ocalan berxwedaneke gewre ya pêşîlêgirtina armancên wan hêzan di Îmraliyê de pêk anî."

Mereh Şiwêx wiha gotina xwe berdewam kir: "Armanc ji komployê têkbirina fikirê rêbertî û afirandina nakokiyan di nava tevahî pêkhateyên herêmê de ye. Lê rêber Ocalan xwediyê fikirê azad û fîlozof e û ne tenê milkê gelê Kurd e, lê belê milkê tevahî gelên azadîxwaz û demokrat e."

Mereh Şiwêx da zanîn ku tevî tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan, lê dijminên mirovahiyê nikarîn fikirê rêber Ocalan dîl bigirtana.

Dûvre bi navê Partiya Sûriya Pêşerojê Huzeyfa Ehmed wiha got: "Neteweya demokratîk formîleke nû ji tevahî rastî û hêmanan pêk tê û bang li jiyana aştiyane digel demokrasî û biratiya gelan de dike."

Semîner bi nîqaş û bersiva pirsan bi dawî bû

 (fr)

ANHA