Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Mihemed El-Mişel îro li bajarê Qamişlo di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
14 sibat, 2021   14:51
NAVENDA  NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Mihemed El-Mişel îro 14`ê Sibatê di encama qezayeke trafîkê de li bajarê Qamişlo şehîd bû. Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbata şehîd Mihemed re xwest û soza şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna ewlehî û aştiyê nû kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Mihemed El-Mişel

Navê dayikê: Sûad

Navê bav: Abdullah

Cih û dîroka tevlêbûnê: Qamişlo 24-11-2015

Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo 14-2-2021

(eh)