'Dewleta Tirk sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne'

Ji rêveberên Kongreya Star a kampa Waşûkanî Koçer Hisên got sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê ku li dijî gelên herêmên dagirkirî pêk tîne, binpêkirineke berbiçav a pîvanên navneteweyî ye û bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku erka xwe pêk bînin.

'Dewleta Tirk sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne'
14 sibat, 2021   11:29
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Çalakvanên toreyên tevna civakî ragihand ku endamên çeteyên Polîsên Leşkerî yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li Serêkaniyê tecawiz li jineke girtî kir.

Li gorî çalakvanan, jin li gel îstixbaratên leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk girtî bû û bi awayekî komî ji aliyê çete Saed Qîton û Abdulrezaq El-Mewlûd ve tecawiz lê hate kirin.

Jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ li dijî gelên herêmê û li beramberî çavê rêxistinên hiqûqî, mirovî û yên jinan ên cîhanî pêk tînin, binpêkirineke berbiçav a pîvanên nanveteweyî ye.

Girêdayî mijarê ji rêveberên Kongreya Star a kampa Waşûkanî Koçer Hisên sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkî pêk tîne, şermezar kirin û tecawizkirina jineke girtî bi awayekî giştî li bajarê Serêkaniyê jî şermezar kir.

Koçer Hisên got: "Armanca me jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên herêmê de ye ku xwe dispêre projeya demokratîk. Ji bo ku em projeya xwe dewam bikin divê em yekdest bin da ku azadiya gelên bindest pêk bînin û zilm û siyasetên qirkirinê ku li dijî me pêk tên, bi dawî bikin."

‘BES E JI SIYASETÊN QIRKIRINÊ Û ZILMA LI PÊKHATEYÊN HERÊMÊ RE‘

Koçer Hisên wiha domand: "Her çi qas dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên li ser herêmê zêde bikin, nikarin îradeya me têk bibin û projeya me ya demokratîk ku li Rojhilata Navîn bûye mînak, têk bibin."

Koçer Hisên destnîşan kir ku armanca wan xwegihandina fikrên azad e, nêrîneke hevbeş û demokratîk ku bikeve xizmeta tevahî gelên herêmê. Koçer Hisên bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê re deynin û tekez kir ku ev sûc binpêkirineke berbiçav a pîvan û qanûnên navneteweyî ye.

Her wiha Koçer Hisên bang li jinan kir ku rêxistina xwe xurt bikin, çalakiyên xwe dewam bikin da ku li hember êrişên li ser herêmê û projeya demokratîk bisekinin û heta ku armancên şehîdan pêk bînin û xaka xwe rizgar bikin.

Di dawiyê de Koçer Hisên tekez kir ku çalakiyên wan dê heta bidawîkirina zilm û sûcên ku li dijî tevahî gelên herêmê pêk tên, dewam bikin û destnîşan kir ku divê rêxistinên hiqûqî û mirovî erka xwe pêk bînin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GkELerBOVII" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>