KNK: Em bi rihê berxwedanê xwedî li azadiya Ocalan derkevin

KNK'ê bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku bi bi rihê berxwedanê tevlî çelakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî bibin û di qada navneteweyî de helwesta xwe nîşan bidin.

KNK: Em bi rihê berxwedanê xwedî li azadiya Ocalan derkevin
14 sibat, 2021   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a KNK'ê ji ber salvegera 22'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin ku di "15'ê Sibata 1999`an de bêdadiyeke mezin hate kirin. Birêz Ocalan doza azadiya xelkê xwe dike, têkoşîna rizgariya welatê xwe dide. Dijmin û tifaqdarên wê yên dinyayê lê hatin xezebê û xwestin dinyayê lê teng bikin û bêhnê lê biçikînin. Ne wijdan, ne însaf, ne mafên mirovî, ne huqûq, ne dad û dadyarî û ne jî exlaq hate bîra wan û biryar dan ku mezinekî Kurd, ku ji bo wijdan, huqûq, dad û dadyariyê, ji bo aşitî, wekhevî, azadî û hemû bihayên mirovî xebat û têkoşînê dide, bêdeng bikin û jiyanê lê heram bikin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Tifaqdarên dewleta Tirkiyeyê yên dinyayê, ji Amerîkayê bigirin heta gelek dewletên Yekîtiya Ewropayê, Yewnanistan û heta Rûsyayê û Îsraîl, Misir û Kenya jî pê re, di xeta neheqî û bêdadiyê de bûne rêz û ji bo berjewendiyên xwe, temamî normên mirovî û exlaqî bin pê kirin û bi lez, entrîka û dek û dolabên neyarane Birêz Ocalan li Kenyayê, ku li ser bextê welatekî endamê Yêkîtiya Ewrûpayê, Yewnanistanê bû, bi hîlebaziyeke nedîtî û gelek bêbextane teslîmî dewleta Tirkiyeyê kirin."

'KOMPLOGER NEGIHÎŞTIN XWEZÎ Û DAXWAZÊN XWE'

Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku pêvajoya komployê bi zelalî nîşan da ku ev navendên bêdadiyê negihîştine armanca xwe û xwezî û daxwazên hêvî dikirin bi dest nexistine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li hêviyê bûn ku PKKya ku pêşengiya bizava neteweyî ya Kurdistanê dike têk biçe, belav bibe, an jî qet nebe gelek lawaz bibe. Di midehê van 22 salan da çi hêvî dikirin tam bereks encam derkete meydanê. Ne Birêz Ocalan têkoşîna xwe hêla, nejî xelkê Kurdistanê dest ji doza xwe berdan. Bersiva xelkê Kurd her di wê sala komploya 15'ê Sibata 1999'ê de jî gelek xurt bû.

'KOMPLOGER RÛREŞ BÛN, OCALAN Û XELKÊ KURD JÎ RÛSPÎ BÛN'

Ew roj yek û îro du, dijmin û hevalbendên wan şikestin lê têkoşîna Ocalan û ya xelkê Kurd bi ser ket. Van 22 salan ew rûreş kirin, lê Ocalan û xelkê Kurd rûspî kirin. Di 22 salan de heqiyê, dad û dadyariyê zora neheqî û bêdadiyê bir û di encamê de Ocalan, PKK û gelê Kurd têkoşîna xwe anî merheleyeke bilindtir ku îro ji hemî deman xurttir e."

KNK'ê bal kişand ser êrişên dema dawî yên dwleta Tirk ên li ser destketiyên gelê Kurdistanê û wiha dewam kir: "Dest datîne ser şaredariyan, parlamenter, şaredar û di hemî astan de siyasetmedaran digire. Bi vî rengî dixwaze Gelê Kurdistanê bitirsîne, berxwedan û vîna Gelê Kurdistanê bişikîne.

DIJMINATIYA DEWLETA TIRK A LI ÇAR ALIYÊN KURDISTANÊ

Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê her weha li Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî dijminatiya Kurdan dike. Di warê navneteweyî da hewl dide ku Kurd neyêne naskirin, li ser erdê jî dijminên Kurdan destek dike. Di pêvajoya referandûmê ya Başûrê Kurdistanê de, bi Îran û Iraqê re kete nava tifaqê û bi eşekere dijmintiya gelê Kurdistanê kir. Sê sal pêş niha bi awayekî hovane êrîşî herêma Efrînê kir. Salekî pêş niha jî, êrîşê Serêkaniyê û Grê Spî kir. Dewleta Tirk niha jî dixwazi herêmên din yên Rojava dagir bikin. Di vî warî de her roj di nava hewldanan de ye.

'ÊRIŞA LI SER GARÊ PEYAMEK DEWAMIYA KOMPLOYÊ YE'

Dewleta Tirk ev e midehê salekî zêdetire êrîşên mezin li ser qada başûrê Kurdistanê dike. Tam jî di salvegera komployê de êrîşEke mezin birin li ser devera Garê. Ev jî ji bo me peyameke ku berdewamiya komployê ye. Komploya di kesayetiya Birêz Ocalan de li Şamê destpêkirîn, dixwazin bi êrîşa qadên Başûr de bigihînin encamê. Li devera Garê, niha şereke dijwar heye. Hêzên Gerîla bi qehremaniyek mezin li berxwe dindin û derbeyên giran li dijminan didin. Destek û piştgirtina vê berxwedanê wezîfeya yekeme. Dewleta Tirk dijminê serkeye, divê hemî hêzên Kurdistanî li hember dewleta Tirk rawestin."

BANGA JI BO TEVLÎBÛNA LI KAMPANYAYÊN JI BO AZADIYA OCALAN

Konseya Rêveber a KNK'ê bi bîr xist ku 22 sal di ser komploya 15'ê Sibatê re derbas bûne û niha Ocalan dîlgirtî ye, di nava tecrîdeke giran de ye û wiha dewam kir:"Niha dostên gelê Kurd, di asta navneteweyî de bi navê 'Dem Dema Azadiyê ye' kampanyayek mezin ji bo azadiya Birêz Ocalan dane despêkirin û bi berfirehî dimeşînin. Em weke KNK jî kampanya azadiya Birêz Ocalan destek dikin û bang li gel û hemû hêzên Kurdistanî dikin ku ew jî piştgirî bidin vê kampanyayê.

'TÊKOŞÎNA AZADÎ Û RIZGARIYÊ WÊ HETA SERKETINA MEZIN DEWAM BIKE'

Gelê Kurdistanê, bi tecrubeya salan qîmeta pêşeng û mezinên xwe yên têkoşîn û bedelên giran dayî dizanin, rêz û hezkirina xwe ya digel rêber û rêvebirên xwe her tim nîşan didin, li dora partî û hemû organîzasyonên xwe yên ku doza Kurdistanê bi serbilindî didomînin kom dibin û di çarçoveya yekîtiya neteweyî û welatî de têkoşîna azadî û rizgariyê bilind dikin û ev pozisyona berxwedanê wê heta serketina mezin dewam bike."

Di dawiya daxuyaniya KNK'ê de wiha hate gotin, "KNK di salvegera komploya 15'ê Sibatê de careke din bang li hemû Kurdistaniyan dike ku li welat û li her cihên lê dimînin, hawar û gaziya xwe ya têkoşîna ji bo azadiya Birêz Ocalan û rizgariya Kurdistanê, yekîtiya xwe û tifaqa digel yar û hevalbendên Kurdan mezintir û saxlemtir bikin, neyaran û hevalbendên wan şermezar bikin.

KNK her weha bang li hemû Kurdistaniyan jî dike ku beşdarî protestoyên komploya 15'ê Sibatê bibin û helwesta xwe ya têkoşeriya doza Kurdistanê nîşanî yar û neyaran bidin."