Hekem Xelo: Divê hêzên Başûrê Kurdistanê hevkarên êrişên dewleta Tirk rawestîne

Endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo bang li PDK’ê kir ku beşdarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Garê nebin û bang li gelê Kurd kir ku piştgiriya berxwedana HPG’ê bike.

Hekem Xelo: Divê hêzên Başûrê Kurdistanê hevkarên êrişên dewleta Tirk rawestîne
13 sibat, 2021   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Dewleta Tirk a dagirker ji 10'ê Sibatê ve êrişên berfireh li dijî herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Gerîlayên HPG'ê bi lehengî bersiva êrişan didin.

KCK’ê duh di daxuyaniya de wiha got: " Bêguman ji bo ku tevgereke dagirker li dijî Garê divê destûr û pesendkirina PDK’ê hebe. Roja ku wê êriş pêk were, Mesrûr Barzanî ji dêvila ku wê li dijî dagirkeriyê rabe, gerîlayan sûcdar dike û vê dagirkeriyê meşrû dike."

Her çendî PDK’ê dibêje ku beşdarî êrişên li ser Garê nebûye, lê cîgirê Bloka Guhartinê ya parlamentoya Iraqê Dr. Xalib Mihemed eşkere kir ku PDK’ê di êrişên dewleta Tirk de yekser piştevaniya êriş dike û sotemeniyê dide ji balafirên dewleta Tirk.

Girêdayî mijarê, endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo bi navê tevahî pêkhateyên deseteyê Kurd, Ereb, Suryan, Çeçen, Keldan û Asûr êrişên dewleta Tirk ên li dijî Garê şermezar kirin û got: "Em şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê azar ji dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kişandin, heta li herêmên Sûriyê yên dîtir mîna Ezazê jî. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ji bilî wêrankirinê li Sûriyê tiştek neanî."

Xelo hişyarî da ku êrişên dewleta Tirk ne tenê li dijî gerîla ne û û wiha domand: "Armanca êrişên niha yên dewleta Tirk ên li dijî şervanên azadiyê ew e ku gelê Kurd têk bibin.  Dewleta Tirk ji dema ku hatiye damezirandin di 1923’yan de û heta niha bi dehan qirkirinên li dijî gelê Kurd û pêkhateyên dîtir pêk anîne û hê jî pêk tên."

Hekem Xelo diyar kir ku rejîmên dewleta Tirk ên ku li pey hev hatin, çi çepgir çi rastgir çi liberal çi îslamî dibe bila bibe, her tim daxuyaniyên wan li dijî gelê Kurd bûn.

‘CIHÊ MIXABINIYÊ YE KU ÊRIŞ JI XAKA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ VE PÊK TÊN’

Xelo mixabiniya ji bikaranîna xaka Başûrê Kurdistanê ya navenda destpêkirina êrişan li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê nîşan da û wiha pê de çû: "Mixabin êrişên niha yên li dijî herêma Garê ji xaka Başûrê Kurdistanê ve pêk tên."

Hekem Xelo bang li hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê kir ku destkeftiyên Kurdistanê biparêzên û beşdarên êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd nebin.

Hekem Xelo destnîşan kir ku beşdariya hêzên Başûrê Kurdistanê li nava plana dewleta Tirk bi tevahî pîvanan şermezar kiriye û wiha berdewam kir: "Ev nayê qebûlkirin û parastina destkeftiyan bi vî rêbazî nabe."

Xelo diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ne tenê dagirkirina herêma Garê yan jî têkbirina gerîlayên HPG’ê ye, lê belê têkbirina Gelê Kurd e û wiha axivî: "Xwedê neke heke tecrûbeya Rojava were têkbirin û herêma Garê were dagirkirin, dê armanca duyemîn têkbirina Başûrê Kurdistanê û bi dawîkirina PDK’ê be. Divê PDK’ê ji bîr neke ku dewleta Tirk a dagirker a yekemîn bû ku li dijî referandoma Başûrê Kurdistanê sekiniye û wê demê berpirsên dewleta Tirk gotin çarenûsa Başûrê Kurdistanê di destê dewleta Tirk de ye."

Xelo destnîşan kir ku pêwîst e kongreyeke neteweyî ya Kurd di zûtirîn dem de li dar bikeve û wiha got: "Divê hêzên Kurd, bi taybet ên li Başûrê Kurdistanê ji bo lidarxistina kongreya neteweyî bixebitin, xetên sor ji kesên bi dijmin re hevkar in, deyn in. Da ku em gelê xwe biparêzin."

Endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo di dawiya gotina xwe de bang li PDK’ê kir: "Di dîroka partiyê de helwestên welatparêziyê hene, em hêvî dikin ku ev nirxên dîrokî werin parastin û beşdarî êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê nebe."

(fr)

ANHA