Welatiyên Amûdê: divê hikumeta Başûr piştgiriya dagirkeriya Tirk neke

Welatiyên navçeya Amûdê dan xuyakirin ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê piştgiriya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Garê neke. Her wiha bang li gelê Başûr kir ku li hemberî van êrîşan rabin ser piyan.

Welatiyên Amûdê: divê hikumeta Başûr piştgiriya dagirkeriya Tirk neke
12 sibat, 2021   12:45
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Di şeva 10`ê Sibatê de artêşa Tirk a dagirker êrîşî çiyayê Garê yê Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Ev êrîş piştî serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyê ji Hewlêr û Bexdayê re pêk hat.

têkildarî vê mijarê welatiyên navçeya Amûdê ya girêdayî bajarê Qamişlo nerînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Welatiya bi navê Reda Hesen diyar kir ku Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe tenê li ser herêmekê sînordar nahêle, lê di heman demê de êrişî Şengal, Eyn Îsa, Minbic û li derdora Til Temir jî dike û wiha got: "Tevgera Azadiyê ti kes li ser sînoran hedef negirtiye, lê dewleta Tirk a dagirker her tim êrîşî Tevgera Azadiyê dike."

`ARMANC TINEKIRINA KURDA YE`

Reda balkişand ser helwesta hikumeta Başûr kurdistanê û wiha got: "Em hêvî dikin ku êrîş rawestin û em bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî yên li başûr dikin ku van êrîşan rawestînin."

Reda da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji êrîşên li ser çiyayê Garê tunekirina kurda ye û wiha domand: "Dê ev êrîş zirarê bigihêje Başûr û Rojavayê kurdistanê jî. li cihê ku hikumeta başûrê Kurdistanê li dijî van êrişan helwest nîşan bida, piştgiriya dewleta Tirk a dagirker dike, divê hikumetê rê nedaba dewleta Tirk ku baragehên xwe li ser xaka Başûr ava bike û tank û alavên xwe yên leşkerî bixe hundirê herêmê."

`DIVÊ HIKUMETA BAŞÛR LI HEMBER DEWLETA TIRK DERKEVE`

Welatiyê bi navê Mistefa Omerî jî diyar kir ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê piştgiriya gelê kurd bike ne piştgiriya dewleta Tirk a dagirker bike û wiha got: "Divê hikumeta Başûr li hemberî dewleta Tirk helewest nîşand bide û li kêleka kurdan bisekine."

Omerî bang li gelê kurd kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk li ser piyan bin û li hemberî planên dijmin hişyar bin.

Welatiyê bi navê Tariq Izedîn jî diyar kir ku ew bi hêvî ne ku gelê Kurd bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî êrîşên dewleta Tirk derkevin û şermezar bikin û wiha got: "Em bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin bila destekê nede dewelta Tirk, ev êrîşên ku hatine destpêkirin êrîşeke qirêj e."

Izedîn da zanîn ku ger ev êrîş li ser çiyayê Garê dewam bike ew ê zirar bighêje Rojava û Başûrê Kurdistanê jî.

ANHA