Peyamên tund ên Rûsya û dewleta Tirk… Gelo dema taloqkirina nakokiyan bi dawî bû?

Çarenûsa lihevkirinên Rûsya-Tirkiyê li Sûriyê hîna ne zelal e. Li gel hedefgirtina çeteyên dewleta Tirk ên li gundewarên Heleb û Idlibê ji aliyê Rûsyayê ve û êrişên li dijî hêzên Rûsyayê li Minbic û Himêmîm ku ji aliyê herêmên serweriya dewleta Tirkiyê ve pêk tên, her kes li benda pêşketina bûyeran e.

Peyamên tund ên Rûsya û dewleta Tirk… Gelo dema taloqkirina nakokiyan bi dawî bû?
12 sibat, 2021   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN- YEHYA EL-HEBÎB

Artêşa Tirk a dagirker li gorî lihevkirina Moskov û Enqereyê li bakurê rojavayê Sûriyê, sewqiyatên nû ber bi herêma “bêçek” ve pêk anîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di 9`ê Sibatê de piştrast kir ku karwanekî leşkerî yê nû yê artêşa Tirk a dagirker ku ji wesayitên leşkerî û pêdiviyên lojîstîk pêk dihat, di dergeha Kefer Lûsîn a li ser sînorê bi Lîwa Iskenderon re li bakurê Idlibê ber bi nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê li gundewarên başûrê Idlibê ve bi rê ket. Li gorî SOHR`ê karwanê leşkerî ji 10 wesayitan pêk dihat.

Bi berdewamkirina derbasbûna karwanên artêşa Tirk a dagirker re, ji dema destpêkirina agirbestê di Adara borî de, nêzî 8 hezar û 215 wesayitên artêşa Tirk a dagirker derbasî herêmê bûn. Her wiha nêzî 10 hezar leşkerên Tirk li xaka Sûriyê hene.

Li aliyekî din, hemwextî tevgera balafirên Rûsyayê hêzên hikumeta Şamê topbaran bi moşekan li dijî herêmên li gundewarên Hema û Idlibê zêde kir.

Di 9`ê Sibatê de, dagirkeriya Tirk ji baregeheke xwe ya li gundê Qîrata yê li bakurê rojhilatê Minbicê, gundê El-Cat bi hewanan kir hedef. Her wiha bi çekên navîn dewriyeyeke Rûsyayê di dema gera wê li ser nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li herêmê de, kir hedef.

Roja din, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan bersiva êrişên bi moşekan daye, ku ji herêma “bêçek” hatibûn avêtin.

Beriya wê yekê, baregeha Rûsyayê “Himêmîm” navendên petrolê yên li herêmên gundewarên Helebê ku dewleta Tirk dagir kirine, hedef girt.

Tevî nakokiyên di navbera herêmên serweriya her du dewletan li Sûriyê de, leşkerên Rûs û Tirk li Seraqib a gundewarên Idlibê perwerdeyên hevbeş pêk anîn.

‘NAKOKIYÊN ÊDÎ NE TALOQKIRÎ’

Ev bûyerên binakok, rêveçûna pêşketinên li gelek herêmên Sûriyê dixe rewşeke ne zelal. Têkildarî mijarê, şîrovekarê siyasî yê Sûriyê Ehmed El-Durzî ji ANHA`yê re nixandin kir. El-Durzî wiha got: “Jixwe nakokî di navbera Rûsya û dewleta Tirk de hebûn, lê ji ber berjewendiyên Rûsyayê li ser asta cîhanê hatibûn taloqkirin.”

El-Durzî wiha dewam kir: “Ez bawer im êdî ew nakokî ne taloqkirî ne û dê Moskov zexteke zêde bike, ku wekî Tehranê soza parastina yekitiya xaka Sûriyê dabû ku Tehran di şerê li dijî DYA û bi giştî welatên rojavayî de hevalbenda wê ye.”

El-Durzî dibîne ku di hemû rewşan de rewşa serokkomarê Tirk ku hatiye dorpêçkirin, dê di dawiyê de wî bixe nav vebijêrkên cuda û wiha lê zêde kir: “Dê hemû vebijêrkên wî ji bo berjewendiya yekitiya xaka Sûriyê bin, ji bilî Idlibê ku dê rêveberiya nû ya Amerîkayê piştgiriyeke mezin bide Cebhet El-Nusra, dê wê ji lîsteya terorê rake û dê hewl bide wê tev li çareseriyên siyasî (yên pêk nayên) bike.”

‘SIYASETA NÛ YA AMERÎKAYÊ BANDORÊ LI ROJAVAYÊ ASYAÊ DIKE’

Şîrovekarê siyasî destnîşan kir ku siyaseta nû ya Amerîkayê li hemberî Rûsya, Çîn, Îran û Tirkiyê bandora li piraniya rêveçûnên li rojavayê Asyayê jî kir û hişt ku Moskov bêhtir nêzî Tehranê bibe, tevî ku Amerîka wê ji bo vegera li peymana nukleerî teşwîq dike. El-Durzî wiha domand: “Gumanên Rûsyayê li hemberî helwesta dewleta Tirk a di navbera Moskov û welatên rojavayî de careke din çêbûn. Gihaştina Furqeya 4`an ji bo rojavayê Deraayê bi erêkirina Rûsya û binpêkirina lihevkirina Amerîka-Rûsya-Îsraîlê ya der barê rewşa başûrê Sûriyê de, wekî bendeke ewlehiyê ji bo Îsraîlê bû. Dê ev yek bandore li dagirkeriya Tirk li bakurê Sûriyê û li Idlibê bike. Me nîşaneyên wê hefteya borî piştî kuştina 15 leşkerên tirkistanî bi moşekekê û êrişên asîmanî yên ne ji rêzê, dît.”

El-Durzî dibîne ku şerê Amerîka-Rûsya yê ne yekser dê li Rûsya û Sûriyê bin û dê bihêle ku hevbendiya Rûsya-Îranê li Sûriyê bi awayekî berfireh xurt bibe û dê di şerê li dijî Amerîkayê de û alîgirên wan li Efganistan, Iraq, Filistîn, Lubnan, Yemen û Sûriyê de sûdê ji pisporiya hêzên Îranê di aliyê bejahî de bê girtin. El-Durzî wiha nirxandina xwe bi dawî kir: “Me ev yek bi awayekî yekser li başûrê Sûriyê dît, em di van rojan de jî li çolistana Sûriyê dibînin piştî ku Pentegonê dev ji DAIŞ`ê berda, dibe ku DAIŞ li herêmên din jî belav bibe. Nexasim ku bijarkên Amerîkayê ji ber aloziyên wê yên hundirîn û derve, kêm bûne.”

(cx)

ANHA