ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-02-2021
12 sibat, 2021   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şehîd Mihemed Xelef El-Elî li goristana Şehîd Hogir vedişêrin, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa bajarokê Hîmo yê girêdayî Qamişlo têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan civînekê li dar dixe, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk, got hinek aliyên dijberî Rêveberiya Xweser, bi pêkaîna sûcên qetilkirinê hewl didin fitenyê di navbera pêkhateyan de derxînin da ku planên xwe li herêmê pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk îdîa kir ku wan fermandarekî PKK`ê li Şengalê girtine û birine Tirkiyê. Lê derket hole, kesê ku behsa wî têkirin beriya 2 salan piştî ku ji PKK`ê hate qewitandin, xwe radestî hikumeta Başûrê Kurdistanê kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Çilaxa gotin, nedana rûxsetê ji bo Ronahî TV da ku buroya xwe li Başûrê Kurdistanê veke, di çarçoveya siyaseta çewisandina ragihandina azad pêk tê û xizmeta gelê Kurd nake. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Şêwirmendê Çapemeniyê yê Komîteya Çand û Ciwanan a parlamentoya Başûrê Kurdistanê Tariq Cewher got, Erdogan û partiya wî di rewşeke tecrîdkirina derve de dijîn û fişarên hundirîn li dijî wan zêde dibin, ji lew bi rêya êrişên li dijî gelê Kurd re krîzên xwe bi der dixin derve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Her hêzek dema ku êriş bike li zemînekê digere da ku êrişa xwe pêk bîne, hincetên xwe ber bi çav bike û jêre rewabûnê bibîne. Lê êrişa dewleta Tirk li ser herêma Garê dewleta Tirk bi tena xwe ev yek nekir. Gelo hêza li şûna wê li Başûrê Kurdistanê dixebite kî ye, kî pilanên qirkirinê ji aliyê dewleta Tirk li dijî kurd û Tevgera Rizgariya Kurdistanê rewa dike.? (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rojnamevan êzidî Yasir Ilyas got dewleta Tirk plan dike deverên din ên erdnîgariya Kurdistanê dagir bike û diyar kir ku êrişên li dijî Garê pêwîst dike ku tevahiya hêzên Kurd bibin yek.

- Birayê rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî niha bi tecrîda girankirî berdewam dike û got "Ji sala 2015`an ve komplo bi rengekî din tê meşandin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah got ji tolhildana her du şehîdan Seida û Hind wan dest bi hemleyekê li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê kiriye û piştrast kir ku têkoşîna wan ji bo mirovahiyê û biratiya gelan berdewam e û YPJ’ê ji bo parastina jinan ji tevahî gefan mertal e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Dewleta Tirk a dagirker bi rêya “îtîlafa Sûriyê” mayîndekirina dagirkeriya xwe li herêmên Sûriyê didomîne. Siyasetmedarê sûrî Semîr Ezam hişyarî da û got “Dagirker li herêmên Sûriyê yên dagirkirî siyaseta tirkkirinê dimeşînin da ku wan herêman tev li xaka xwe bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di çarenûsa lihevkirinên Rûsya-Tirkiyê li Sûriyê de nixumandinek heye, lê bi êrişkirina Rûsya ya li dijî çeteyên dewleta Tirk ên li bejahiyên Heleb û Idlibê û topbaranên li dijî hêzên Rûsya li Minbic û Himêmîm de hat diyarkirinê ku çavkaniyên êrişên bi moşekan ji herêmên di bin serweriya dewleta Tirk de ne. (BI WÊNE).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Dêrkê çalakiya konê piştgiriya berxwedana gerîlayên HPG'ê dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan pêşangeheke wêneyên rêbertî li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo vedike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê pirtûkxaneyekê li Dêrikê vedike, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Rûspiyên êlên gundewarên Dêrazorê, şaneyên girêdayî hikumeta Şamê bi destxistina fîtneyê, têkbirina ewlehiya herêmê û projeya jiyana hevbeş tawanbar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA