Li Minbicê li ser komploya li dijî rêber Ocalan panelek hat lidarxistin

Komîteya Rêbertî ya Rojavabi  bi hevkariya Insiyatîfa Rêbertî bi diruşma "Ji Minbicê ya dergûşa çandan em komployan têk dibin, da ku berbangeke azadiya gelan hilê" panelek li dar xist. Di panelê de li ser Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan hate nîqaşkirin.

Li Minbicê li ser komploya li dijî rêber Ocalan panelek hat lidarxistin
Li Minbicê li ser komploya li dijî rêber Ocalan panelek hat lidarxistin
Li Minbicê li ser komploya li dijî rêber Ocalan panelek hat lidarxistin
Li Minbicê li ser komploya li dijî rêber Ocalan panelek hat lidarxistin
Li Minbicê li ser komploya li dijî rêber Ocalan panelek hat lidarxistin
Li Minbicê li ser komploya li dijî rêber Ocalan panelek hat lidarxistin
Li Minbicê li ser komploya li dijî rêber Ocalan panelek hat lidarxistin
Li Minbicê li ser komploya li dijî rêber Ocalan panelek hat lidarxistin
Li Minbicê li ser komploya li dijî rêber Ocalan panelek hat lidarxistin
Li Minbicê li ser komploya li dijî rêber Ocalan panelek hat lidarxistin
11 sibat, 2021   17:06
MINBIC

Di panela yekemîn a ku li Minbicê li dar ketiye de, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajêr, rûspî û şêxên eşîran amade bûn. Panel li hola dikeya Navenda Çand û Hunerê ya li rojavayê bajêr li dar ket.

Di holê de, pankartên "Na ji Komploya Navneteweyî ya li dijî mîmarê aştî û azadiyê re" û "Bi komployan nikarin vîna gelan bişikîne" hatin daliqandin.

Di destpêka panelê de, sînavîsyonek li ser têkoşîna rêber Abdullah Ocalan,  çawaniya pêkanîna komploya navneteweyî , vîdyoyên parêzer Mezlûm Dînç û vîdyoyên Dr. Celal Zenatî yê beşê dîroka siyasî yê zanîngeha Iskenderiyê ya Misirê hat pêşandan.

Parêzerê rêber Ocalan, Mezlûm Dînç bi rêya vîdyoyê li ser hedefgirtina muwekilê xwe ji hêla sîxuran ve axivî û diyar kir ku siyasetên veguherandina Rojhilata Navîn ên ber bi herêmên nakokiyan ve, nakevin xizmeta gelên herêmê, lê belê dikevin xizmeta hêzên li hegamonî û serweriyê digerin. Dînç eşkere kir ku rêber Ocalan ji bo pêşîlêgirtina li hember pêkanîna van hêzan a hedefên xwe di girtîgeha Îmraliyê berxwedaneke mezin pêk anî.

Parêzer Mezlûm Dînç berdewam kir ku armanc ji komployê ew bû ku fikira rêbertî têk bibin û nakokiyan di navbera Ereb, Kurd û tevahî pêkhateyên herêmê de çêkin.

Di dengeke qeydkirî ya bi navê " Li Misirê kampanyaya ji rêbertî re azadî " de, Dr. Celal Zenatî wiha got: "Abdullah Ocalan xwediyê fikirê azad û fîlozof e û ew ne tenê milkê gelê Kurd e, lê belê milkê tevahî gelên banga azadî û demokrasiyê dikin."

Celal Zenatî da zanîn ku tevî derbasbûna 21 salan a dîlgirtin û tecrîdkirina Ocalan, lê dijminên mirovahiyêê nikarîn fikira Ocalan têk bibirana, ji ber rêber Abdullah Ocalan bi rêya pirtûkên xwe ku girtîgehê de çêkirine têkoşiya û banga têkoşînê li gelan dike.

Beşa yekemîn a panelê ya bi navê "komployê" ji aliyê parêzer Hesen Ehmed ve hate birêvebirin. Ehemed wiha got: " 22 sal di ser Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan re derbas dibe. Dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan bi sûceke îstîxbaratî ya bigirêk pêk hat, tê de rola dewleta Tirk a li herêma Rojhilata Navîn eşkere bû."

Hesen Ehmed destnîşan kir di komployê de dewlet, rêxistinên navneteweyî, îstîxbarat û diplomat beşdar bûn. Bi girtina rêbertî re, fikira azad a Kurd hedef girtin. Di 15’ê Sibata 1999’an de MÎT’a Tirk bi piştgiriya îstîxbarata Îsraîl û Amerîkayê rêber Abdullah Ocalan li paytexta Kenya dîl girtin.

Ehmed destnîşan kir ku rêber Ocalan bi rêya fikir û felsefeya xwe ya ku di pirtûk û parêznameyên wî de eşkere bûne, projeya xwe ya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn li şûna projeya dewleta Tirk û Îsraîlê û rojavayan a Rojhilata Navîn a nû, pêşniyar kir.

Ehmed di dawiyê de pişrast kir ku Ocalan tu sûc li dijî qanûnên navneteweyî nekirine û li dijî mirovahiyê jî tu sûc nekirine, lê belê ew ramanas û xwediyê taoriyekê tevahî gelên herêmê kom dike, wekhevî û jiyana hevbeş di nava tevahî neteweyan de pêk tîne û di encamê de girêdan, hevkarî û hevgirtinê di navbera tevahî şênî û pêkhateyên neteweya demokratîk a li Rojhilata Navîn de ava dike.

Di beşa duyemîn a panelê ya bi navê "çareseriyê" de berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojî Yasmîn Qoce axivî û wiha got: "Neteweya demokratîk û serdemenîsta demokrasiyê çareya herî gucaw a li şûna modernîteya kapîtalîst e."

Yasmîn Qoce wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan dibêje, neteweya demokratîk formîleke nû û rûnê nivîkê ye ku tevahî rasteqînî û hêmanên ji tevahî formîlên veşartî de derketiye."

Piştre, beşdaran nîqaş kir û piştrast kir ku bi serkêşiya dewleta Tirk a komployê û tecrîdkirina rêber Ocalan, nijadperestiyê li herêmê pêk tîne.

Beşdaran destnîşan kir ku komplo di encama îxaneta sîxur û dijminên mirovahiyê de pêk hat ku ew ji bilî zimanê berjewendiyan tiştekî nizanin.

Her wiha beşdaran nîqaş kir ku eşîr û êl ji hêmanên bingehîn ên projeya neteweya demokratîk e, ji ber neteweya demokratîk bang li pêkanîna exlaq û azadiya li dijî koletiyê dike.

Beşdaran gotin, ku çareya yekane di pêkanîna projeya neteweya demokratîk de ye, da ku komployên li dijî gelên azadîxwaz û bangên azadî û edaletê dikin têk bibin.

Panel bi encamnameyeke girîng bi dawî bû. Tê de banga azadiya rêber Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê, dayîna mafên qanûnî ji rêbertî re û hiştina hevdîtina malbat û parêzeran bi rêbertî re.

Ji encamnameya panelê jî hate got, divê lêkolîna qanûnî û naskirina dozê ji rêxistinên peywendîdar ên mafên mirovan bê berdewamkirin û hîmeke datayan ji bo vê mijarê were avakirin. Têkilî bi rêxistinên navneteweyî û hiqûqî re were berdewamkirin, da ku tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan were şikandin.

Her wiha divê panel û semînerên ji bo danasîna fikirê rêber Abdullah Ocalan û têgeha neteweya demokratîk werin lidarxistin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lKXMQBVPJf4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>