Gundên Mişêrfê û Seyda û rêya M4 tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Mişêrefê, Seyda û rêya M4 yên gundewarê rojhilatê Eyn Îsayê topbaran dikin.

Gundên Mişêrfê û Seyda û rêya M4 tên topbarankirin
10 sibat, 2021   17:27
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê careke din gundên Mişêrfê û Seyda (2 km li bakurê navçeya Eyn Îsa) û rêya M4 û Xwaringeha El-Nexîl, bi çekên giran topbaran kir.

Topbaranê heta kêliya amadekirina vê nûçeyê dewam dikir.

(cx)

ANHA