Tevgera Ciwanên Şoreşger a Qamişloyê tev li seferberiyê bûn

Bi meşeke girseyî li Qamişloyê piştgiriya berxwedana Garê hat kirin. Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Qamişloyê tev li seferberiya ciwanan bû.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Qamişloyê tev li seferberiyê bûn
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Qamişloyê tev li seferberiyê bûn
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Qamişloyê tev li seferberiyê bûn
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Qamişloyê tev li seferberiyê bûn
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Qamişloyê tev li seferberiyê bûn
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Qamişloyê tev li seferberiyê bûn
10 sibat, 2021   17:25
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û piştigiriya berxwedana Garê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan yên Qamişloyê meşeke girseyî li dar xistin.

Bi sedan şêniyên Qamişloyê, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD), Kongreya Star û saziyên civaka sivîl bi girseyî tev li meşê bûn.

Di meşê de pankartên "Em xwediyê vê axê ne, Erdogan dagirker e û gerek were darizandin", "Em êrîşa hovane ya dewleta faşist a Tirk şermezar dikin" û "Em ê li hemberî hemû hevpeymanên ku rûmet û nasnameya me dikin armanc, li ber xwe bidin" hatin rakirin.

Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana HPG`ê" û "Bimre îxanet" ji çerxerêya Osman Sebrî a Qamişloyê destpê kir. Meş li ber çerxerêya Şehîd Rûbar veguherî mitîngê.

Di mitîngê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Ferhan Qertimênî axivî û da zanîn ku hemû destkeftiyên heyî û jiyana hevbeş a di nava pêkhateyên herêmê de, bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdulah Ocalan in.

Piştre endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Mîlad Delî daxuyakirin ku bila dewleta Tirk bizanibe ew ê heta dawiyê hebin û ew ê milîtanê Rêber Abdulah Ocalan bin û wiha got: "Bila dayikên şoreşgeran û şehîdan bizanibin ku em ê her roj soza xwe bi wan re nû bikin."

Delî eşkere kir ku ew jî wekî ciwanên Qamişloyê tev li seferberiya ku tevgera Ciwanên Kantona Kobanê ragihandibûn, dibin.

Mitîng bi sloganên "HPG`ê bi te re ne heta mirinê" bi dawî bû.

 

(sb)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/D-GkUg3ybLE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>