Li Serêkaniyê çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin

Çavkaniyên taybet ji ANHA`yê re diyar kir ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê bi dijwarî bi hev ketine, kuştî û birîndar jî hene.

Li Serêkaniyê çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin
10 sibat, 2021   14:10
HESEKÊ

Li herêmên dagirkirî ewlehî tune ye, li gorî çavkaniyên taybet, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê yê dagirkirî bi hev ketine.

Heman çavkaniyan eşkere kir ku çeteyên Sultan Murad û Melek Şah li bajarokê Til Helef ê li başûrê rojavayê Serêkaniyê bi hev ketine.

Her wiha çavkaniyan da zanîn ku şer berdewam e, kuştî û birîndarên her du aliyan hene.

(şx)

ANHA