HRW: Hikumeta Şamê mal û milkên welatiyan desteser dike

Rêxistina Human Rights Watch eşkere kir ku hikumeta Şamê mal û milkên xizmên kesên ku leşkeriya wê nekirine, desteser dike.

HRW: Hikumeta Şamê mal û milkên welatiyan desteser dike
10 sibat, 2021   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 2`yê Sibatê de Wezareta Ragihandinê a hikumeta Şamê dîmeneke berpirsê kar û barên leşkeriyê yê artêşa hikumeta Şamê Iliyas El-Bîtar belav kir û tê de ragihand ku ew dikarin mal û milkên kesên ku leşkeriya wan nekirine, desteser bikin. Li gorî Human Rights Watch (HRW) ev yek rastî hêrsa gel hat.

Ilyas El-Bîtar guhertineke nû ya di qanûna leşkeriyê ya hikumeta Şamê de bi bîr xist û got li gorî wê biryarê mal û milkên kesên ku leşkeriya wan nekiriye û li şûna çûyîna leşkeriyê 8 hezar dolar nedaye, dê werin desteserkirin.

 (bx)