Li kampa Holê koçberek kuştî hat dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê cenazeyê koçberekî sûrî ku bi guleyekê hatibû kuştin, dît.

Li kampa Holê koçberek kuştî hat dîtin
7 sibat, 2021   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn vê sibehê li beşê 5`an a kampa Holê cenazeyê koçberekî sûrî yê bi navê Emmar Îsa ku bi guleyekê hatibû kuştin, dît.

Li gorî agahiyên ku berpirsekî ewlehiyê dane, koçber ji aliyê kesên nenas ve hatiye kuştin û lêpirsîna der barê bûyerê de dewam dike.

Ji destpêka îsal ve li kampa Holê bûyer û hewldanên kuştina koçberên sûrî û iraqî zêde bûne. Ji destpêka salê ve li kampê 20 koçber hatine kuştin.

Endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li kampa Holê Dêrsim Hesen demeke berê ji ANHA`yê re gotibû: "Çeteyên li derveyî kampê bi yên li kampê re di nava têkiliyê de ne û çekên sivik wekî demançe û bombeyên destan bi rêya karmendên rêxistinên li kampê, tên derbaskirin."

Kampa Holê ji mezintirîn kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û ji ber ku bi hezaran endamên malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên xwedî fikirên radîkal tê de dimînin, ji xeternaktirîn kampên li cîhanê tê hesibandin.

(cx)

ANHA