Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êrişa dagirkeran têk bir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Qasimiyê êrişî gundê Um El-Kêf ê navçeya Til Temirê kirin. Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êirşa wan têk bir û kuştî û birîndarên wan çêbûn.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êrişa dagirkeran têk bir
7 sibat, 2021   13:57
TIL TEMIR

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ku li gundê Qasimiyê yê Til Temirê bi cih dibin êrişî gundê Um El-Kêf ê Til Temirê kirin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êrişa çeteyan têk bir û hejmarek ji wan kuştin û birîndarkirin.

Hemwextî wê yekê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Tewîla, Til Tewîl û Til Gerabît ên girêdayî navçeya Til Temirê, topbaran dikin.

(cx)

ANHA