Li bajarokê Helwa yê Tirbespiyê pêşangeheke destkariyan vebû

Meclisa bajarokê Helwa bi hevkariya Navenda Hêzil a Çand û Hunerê ya navçeya Tirbespiyê, îro pêşangeheke destkariyan vekir.

Li bajarokê Helwa yê Tirbespiyê pêşangeheke destkariyan vebû
Li bajarokê Helwa yê Tirbespiyê pêşangeheke destkariyan vebû
Li bajarokê Helwa yê Tirbespiyê pêşangeheke destkariyan vebû
Li bajarokê Helwa yê Tirbespiyê pêşangeheke destkariyan vebû
Li bajarokê Helwa yê Tirbespiyê pêşangeheke destkariyan vebû
Li bajarokê Helwa yê Tirbespiyê pêşangeheke destkariyan vebû
Li bajarokê Helwa yê Tirbespiyê pêşangeheke destkariyan vebû
7 sibat, 2021   13:47
QAMIŞLO

Meclisa bajarokê Helwa bi hevkariya Navenda Hêzil a Çand û Hunerê pêşangeheke destkariyan û berhemên kevneşopî li Navenda Şehîd Serhed a Çand û Hunerê ya li gundê Beyandor ê rojavayê Tirbespiyê, li dar xist. Bi dehan jinên navçeya Tirbespiyê beşdarî pêşangehê bûn.

Hevseroka meclisa bajarokê Helwa, Fehîme Temo got armanca pêşangehê ew e ku nifşên nû çanda resen a ku bi destê dayikan hatiye çêkirin, nas bikin.

Yek ji beşdarên pêşangehê Dozgîn Silêman jî diyar kir ku armanca beşdarbûna wan vejandina kevneşopên berhemên jinan e.

Piştre Koma Şehîd Arîn a girêdayî Navenda Serhad a Çand û Hunerê  govendek pêşkêş kir.

(dx)

ANHA