Li Romayê pirtûkxaneya gerok fikirê rêber Ocalan dide nasîn

Pirtûk û fikirê rêber Abdullah Ocalan li paytexta Îtalya Romayê bi gel hate nasandin.

Li Romayê pirtûkxaneya gerok fikirê rêber Ocalan dide nasîn
7 sibat, 2021   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Pirtûkxaneya gerok roja Şemiyê saet di 16:00`an de li qada S. Gîovannî de Matha hate danîn. Li pirtûkxaneyê gelek pirtûkên rêber Abdullah Ocalan ên bi zimanê îtalî hatine wergerandin, hatin nasandin.

Li pirtûkxaneyê pankart û al hatin hildan û bi navê Komîteya Kurd a Romayê û Rete Kurdistan axaftin hatin kirin.

Axaftvanan qala tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hewldanên Ocalan ên ji bo çarseriya aştiyane, kirin.

(cx)