Di 15. salvegera şehadeta Viyan Soran de bangawaziyên şopandina têkoşînê

Bi sedan şêniyên herêma Cizîrê şehîd Viyan Soran di salvegera şehagdeta wê ya 15`an de bi bîr anî û ji bo parastina destekeftiyên li herêmê hatine bidestxistin, banga şopandina rêya wê hate kirin.

2 sibat, 2021   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên bajar û navçeyên herêma Cizîrê ji bo bîranîna şehîd Viyan Soran ku beriya 15 salan di Sibata 2006`an de ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan agir berda bedena xwe, rêze çalakî li dar xistin.

HESEKÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/g3i9tZpOhzA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi dirûşma “Viyan Soran çirûska Ocalan e ku venamire” Kongreya Star a bajarê Hesekê civînek li dar xist. Bi dehan şênî tev li civînê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Endama Rêveberiya Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêneb Hebeş axivî û şehîd Viyan Soran û tevahiya şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Piştre behsa kurtdîroka têkoşîna şehîd Viyan kir.

Zêneb diyar kir ku tevlêbûna şehîd Viyan ji şoreşê û Tevgera Rizgariya Kuridstanê re, mîna serhildanekê li dijî urf û adetên êlên Başûrê Kurdistanê bû û wiha domand: “Têkoşer Viyan qeydên êlan şikandin.”

Zêneb da zanîn ku hemwextî ferzkirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan Viyan agir berda bedena xwe.

Civîn bi xwendina nameya şehîd Viyan Soran a ku ji rêber Abdullah Ocalan şandibû û berzkirina sloganên silavkirina berxwedana têkoşer û şehîdan û azadiya rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/x2Ay2oFAiFQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Kongreya Star a Dirbêsiyê bi heman mebestî merasîma bîranînê li Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê li dar xist. Di merasîmê de, Endama Rêveberiya Kongreya Star Mîdye Dirbêsiyê axivî û şehîd Viyan Soran û tevahiya şehîdên doza Kurd bi bîr anîn.

Mîdye di nava axaftinên xwe de ev yek destnîşan kir: “Têkoşer Viyan Soran zulm û zihniyeta mêran a li ser jinan qebûl nekir û xwest ji bo parastina doza Kurd tê bikoşe. Ew mînaka jina azad û têkoşer e. Dîroka gelê Kurd bi têkoşîn û vîna jinên Kurd ên ku ji bo azadiya jinan û ji bo parastina doza Kurd şehîd ketine, tê naskirin.”

Mîdye wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Bi hezaran jin ji tevahiya pêkhateyên herêmê şopdarên rêya Viyan Soran bûn. Bi saya fedekariyên wan, gelê Kurd gelek destkeftî bi dest xistin.”

Paşê sînevizyonek girêdayî jiyana Viyan Soran hate pêşendan. Merasîm bi berzkirina sloganên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

TIL TEMIR

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/T-7Fno0mWNo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Til Temirê jî Kongreya Star li navenda Malbatên Şehîdan merasîmek li dar xist. Bi dehan şêniyên navçeyê tev lê bûn.

Di merasîmê de, Endama Rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir kurtejiyana Viyan Soran û nameya ku ji rêber Abdullah Ocalan û malbata xwe re şandiye xwendin.

Gulîxan piştî ku xwendina nameyê bi dawî kir, bi navê Kongreya Star axivî û got ku têkoşîna Viyan Soran mîrasek bi têkoşînê dagirtî li dû xwe hişt û gelekan jî di rêya wê de şehîd ketin.

Gulîxan bang li gelên herêmê kir ku şopdarên rêya şehîdan û Viyan Soran bin da ku destkeftiyên herêmê biparêzin.

Di dawiya merasîmê de beşdaran sloganên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

AMÛDÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/trNknpCfXnw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Kongreya Star li navçeya Amûdê bi boneya salvegera 15`an a şehadeta têkoşer Viyan Soran li navenda Kongreya Star semînerek da. Bi dehan jin beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de Endama komîteya perwerdeyê Îman Deqorî behsa jiyana têkoşer Viyan kir.

Îman Deqorî got têkoşer Viyan Soran li ser rêya têkoşer Zîlan, Bêrîtan û Zekiya meşiya yên ku jiyana koletiyê ji gel xwe re qebûl nekirin û ji ber wê jî canê fedayî azadiyê kirin.

Paşê ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Amûdê Mira Zoro got şehîd Viyan kesayeteke welatparêz û xwedî exlaq bû û behsa pêngavên têkoşîna wê ji bo pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan û xewna di rizgarkirina Kurdistanê de, kir.

Di dawiyê de sînevizyon der barê jiyana têkoşer Viyan Soran hate pêşandan.

GIRKÊ LEGÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TDEgKD5nB34" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navenda Sendîqeya Karkeran a bajarokê Rimêlanê semînerek hate dayîn. Bi dehan şêniyên naveya Girkê Legê û bajarokê Rimêlanê beşdar bûn.

Di semînerê de endama Meclisa PYD`ê Kelsûma Elî wiha got: "Piştî komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û dîlgirtina wî, têkoşer Viyan Soran bi çalakiya xwe ya fedayî nameyek ji dijmin re şand ku ew bi girtina rêbertî nikarin roja gelê Kurd tarî bikin."

ÇILAXA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sIH-QkpVMs0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navenda Çand û Huner navçeya Çilaxa merasîma bîranînê hate lidarxistin. Ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Çilaxa Semer Hisên der barê jiyana têkoşer Viyan Soran de semîner da.

Di semînerê de hat gotin şehîd Viyan ji bo jin mafê xwe bidest bixin têkoşîna xwe bilind kir û tev li nava PKK`ê bû da ku hemû jinan ji zilmê rizgar bikin.

DÊRIK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/E_2R4OLkyFc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Dêrikê jî semînerek li hola semîneran a navenda Kongreya Star hate dayîn. Bi dehan endamên saziyên civak sivîl û endamên Kongreya Star beşdar bûn.

Di semînerê de endama Kongreya Star a navçeya Dêrikê Helez Mihemed behsa jiyana têkoşer Viyan Soran kir û ev tişt got: "Têkoşer Viyan di nava malbateke welatparêz de mezin bû û kesayeta wê xurt û ji xwe bawer bû."

TIL HEMÎS

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KI2w-j0MRkA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Til Hemîsê merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê Rojda Hesen axivî.

Rojda Hesen di kesayeta şehîd Viyan Soran de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û destnîşan kir ku şehîd Viyan li dijî zihniyeta desthlatdariyê şer dikir, her wiha pêşenga şoreşa jinan a li Başûrê Kurdistanê bû, weke ku rêber Abdullah Ocalan bi nav kiribû.

Rojda destnîşan kir ku şehîd Viyan bi çalakiya xwe ya fedayî, peyamek ji dijmin re rê kir ku gelê Kurd bêyî serokê xwe nikare bijî.

Semîner bi xwendina nameya şehîd Viyan Soran a ku beriya şehîd bikeve nivîsand, herwiha pêşkêşkirina sînevîzyonek derbarê jiyana şehîd Viyan de, bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ue8HiK7CBtE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Kongeraya Star li navçeya Tirbespiyê civînek ji bo bîranîna têkoşer Viyan Soran li kluba Siyahî ya li bakurê navçeyê li dar xistin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, ji rêveberên Kongeraya Star li navçeyê Klara Adas axivî.

Klara destnîşan kir ku hevala Viyan mezinahiya komployê li ser tevgera azadiya Kurdistanê zanî û bi vînek mezin hewl da ku di dibistana rêber Abdullah Ocalan de xwe pêş bixe û li hember wê zihniyetê bisekine.

Klara diyar kir ku şehîd Viyan di nameya xwe de diyar kir ku bûyera fedayî ya wê bersiva zihniyeta ku jinan ji qadan dûr dixe ye.

Piştre sînevizyonek li ser jiyana têkoşer Viyan Soran hate pêşkêş kirin.

Şehîd Viyan Soran di 1981`an de li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê hatiye dinê û sala 1997`an de tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûye.

Viyan Soran ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan di 2`yê Sibata 2006`an de li herêma Heftanînê agir berda bedena xwe. Viyan beriya ku şehîd bikeve nameyek nivîsandibû û tê de piştrast kiribû ku êdî nikare dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan qebûl bike.

Rêber Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an de di encama komployeke navneteweyî de ji hêla gelek dewletan ve, dîl hate girtin.

(şx-bx)

ANHA