Şehîd Viyan Soran li Heleb û Kobanê hate bibîranîn

Kongreya Star û Yekitiya Jinên Ciwan a Heleb û Kobanê îro şehîd Viyan Soran di salvegera 15`an a şehadeta wê de bi bîr anî.

Şehîd Viyan Soran li Heleb û Kobanê hate bibîranîn
Şehîd Viyan Soran li Heleb û Kobanê hate bibîranîn
Şehîd Viyan Soran li Heleb û Kobanê hate bibîranîn
2 sibat, 2021   13:46
 NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Star li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bi boneya bîranîna şehîd Viyan Soran merasîmek li hola civînan a li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd li dar xist.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn.

Hola civînan bi wêneyên rêber Abdulllah Ocalan, wêneya şehîd Viyan Amara û şehîdên azadiyê hatin xemilandin. Piştî deqeyeke rêzgirtin, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Roşîn Mûsa nameya şehîd Viyan Soran xwend.

Paşê sînevîzyonek derbarê kurtejiyana şehîd Viyan Soran û têkoşîna wê de hate pêşendan. Merasîm bi berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û bidawîkirina tecîrda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

KOBANÊ

Yekitiya Jinên Ciwan şehîd Viyan Soran li navenda xwe ya li Kobanê bi bîr anî.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, paşê sînevizyonek derbarê jiyana şehîd Viyan û têkoşîna wê de ya di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de hate pêşendan.

Di merasîmê de, Endama Rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Kobanê Rozelîn Roniya axivî û behsa kesayeta Viyan Soran a têkoşer kir û destnîşan kir ku Viyan Soran di nava Kongreya Gel û Tevgera Jinên Azad de endameke çalak bû.

Piştî wê, Rozelîn nameya şehîd Viyan Soran ku beriya şehîd bikeve ji bo gelê Kurd ê li her çarparçeyên Kurdistanê nivîsandibû, xwend. Rozelîn bi bîr xist ku şehîd Viyan bang li gelê Kurd kiribû ku asta têkoşînê ya li hemberî dewleta Tirk a faşîst mezin bkin.

Beşdaran siloganên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana jinan û rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(şx)