Li Kobanê têkildarî komploya 15'ê Sibatê civînek hate lidarxistin

PYD'ê têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan  civînek li Kobanê li dar xist.

Li Kobanê têkildarî komploya 15'ê Sibatê civînek hate lidarxistin
Li Kobanê têkildarî komploya 15'ê Sibatê civînek hate lidarxistin
Li Kobanê têkildarî komploya 15'ê Sibatê civînek hate lidarxistin
Li Kobanê têkildarî komploya 15'ê Sibatê civînek hate lidarxistin
Li Kobanê têkildarî komploya 15'ê Sibatê civînek hate lidarxistin
1 sibat, 2021   16:38
KOBANÊ

Bi nêzîbûna salvegera 22'yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civîneke bi beşdarbûna bi dehan şêniyan li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê li dar xist.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama PYD'ê ya herêma Firatê Mîdiya Kobanê geşedanên siyasî li herêma Rojhilata Navîn û guhertinên ku piştî komploya li dijî rêbertî derketine, nirxandin.

Mîdiya got: "Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bikin çi li Rojhilata Navîn û bakurê Sûriyê rû didin û rewşa siyasî binirxînin, da ku rêbazên berxwedanê ya li hemberî siyasetên dijber bibînin."

Mîdiya destnîşan kir ku pergalên desthilatdar, di serî de dewleta Tirk a faşîst her tim hewl didin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin, da ku destkeftiyên şoreşa 19'ê Tîrmehê têk bibin û civaka ku bi hev re di bin sîwna Rêveberiya Xweser de dijî, ji hev bixin.

Mîdiya Kobanê di berdewama nirxandinê xwe de îşaret bi girîngiya rêxistinbûna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev tişt got: "Divê her ferdek, her malbatek, her taxek, navçeyek û her bajarek ji mezin heta biçuk xwe bi rêxistin bike û nas bike ku çawa xwe bi rêve bibe da ku li hemberî dagirker û desthilatê têbikoşe."

Mîdiya diyar kir ku "Gelê Kurd bi berxwedana li hemberî faşîzmê dikarî komploya li ser rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd vala derxîne û fikir û felsfeya rêbertî bighîne tevahî cîhanê, ku cîhan pê bandor bû û şervanên enternasyonalîst ji gelek deveran hatin ji bo ku xaka Kurdistanê ji zilmê biparêzin."

Beşdaran li ser rêbazên berxwedanê li hemberî siyasetên dijberî têkoşîna gelên bakurê Sûriyê nîqaş kirin. Di nîqaşan de hate gotin ku pêwîste gel ji şerê taybet were zanekirin û hişyarkirin.

Her wiha banga şopandina xeta şehîdan û  berxwedanê li hemberî siyasetên dagikerî, nejadperestî û şofonîst hate kirin.

Beşdaran gotin ew ê heta azadiya rêber Abdullah Ocalan têbikoşin û destnîşan kirin ku komploya ku di kesayeta rêbertî dest pê kir, li dijî gelê Kurd didome. Her wiha gotin bi yekitî û têkoşînê dê komployê tê bibin.

Civîn bi diruşmeyan bi dawî bû.

ANHA