Mizgîn Ehmed: Em ê doza Efrînê bikin dozeke cîhanê

Endama Komîteya Amadekar a Komxebata Hiqûqnasan a Duyemîn Mizgîn Ehmed têkildarî sûcên li Efrîna dagirkirî pêk tên, diyar kir ku ew ê komîteyeke navneteweyî ji hiqûqnas û akademîsyenan ava bikin, da ku biryarên komxebatê bişopînin û doza Efrînê bibe dozeke cîhanî.

Mizgîn Ehmed: Em ê doza Efrînê bikin dozeke cîhanê
1 sibat, 2021   10:12
QAMIŞLO

Komxebata duyemîn a hiqûqnasan a têkildarî sûcên li dijî mafên mirovan ên li Efrîna dagirkirî pêk tên li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê bi beşdariya 150 delegeyên ji hundirê Sûriyê û derveyî wê, hat lidarxistin û bi gelek biryaran bi dawî bû.

Endama komîteya amadekar a komxebatê Mizgîn Ehmed çawaniya komxebatê û pêkanîna biryarên komxebatê nirxandin.

Komxebata yekemîn ku tê de behsa rewşa Efrînê ya dagirkirî hate kirin di 6`ê Gulana 2018`an de li dar ket û ji aliyê rêxistinên mafnas ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hate organîzekirin, gelek kesên mafnas ên ji hundir û derveyî Sûriyê tev lê bûn. Têkildarî vê yekê Mizgîn Ehmed wiha got: "Komxebata yekemîn piştî çend mehan ji dagirkirina Efrînê hatibû lidarxistin. Wê demê sûcên ku artêşa Tirk pêk anîbûn, tenê di çarçoveya dagirkirinê de bûn, lê piştî wê sûc bêhtir bûn û ji aliyê gelek derdoran ve hate îsbatkirin û belgekirin ku dewleta Trik a dagirker li Efrînê xwedî planeke demdirêj e."

‘SÛCÊN KU ARTÊŞA TIRK LI EFRÎNÊ PÊK TÎNE, SÛCÊN QIRKIRINA ETNÎK IN’

Mizgîn Ehmed behsa siyaseta ku artêşa Tirk li Efrînê pêk anîye û wiha gotina xwe berdewam kir:"Artêşa Tirk planên xwe pêk tîne û mirov dikare bi vî şêwazî  binirxîne; destpêkê gelê Efrînê ji welatê wan koçber kirin û piştre jî malbatên çeteyan di malên wan de bi cih kirin. Ev hemû jî di çarçoveya peymana Rûsya-Tirkiyê a hevpar qirkirina li dijî gelê Kurd ê Efrînê bû."

Mizgîn da zanîn ku sûcên artêşa Tirk li Efrînê pêk anîn di dîroka şoreşên cîhanê de qet pêk nehatiye û tenê di çaxa DAIŞ`ê de derket holê, tu cudabûn di navbera wan de tune ye, ji ber vê yekê kesên beşdarî komxebatê bûbûn navê siyaseta ku dewleta Tirk meşand, kirin "qirkirina etnîk".  Ji ber ku Erdogan siyaseta guhartina demografiya herêmê, têkbirina xwezaya herêmê, berdewamkirina sûcên qetilkirinê û revandina sivîlan li pêşberî çavên hemû cîhanê pêk anîn lê hîna jî li hemberî van sûcan bêdengiyeke navneteweyî heye.

‘BÊDENGIYA CIVAKA NAVNETEWEYÎ TÊ WATEYA HEVKARIYA BI VAN SÛCAN RE’

Mizgîn Ehmed got bêdengiya civaka navneteweyî ya ji sûcên li Efrînê pêk tên re, tê wateya hevkariya wan a bi van sûcan re û da zanîn ku dema wan rewşa li Idlibê ku cîranê Efrînê ye dişopînin, ew dibînin ku ger bûyereke mezin an jî biçûk rû bide, heman dibe rojeva cîhanê û deng vedide, lê mixabin li Efrînê tevî ku gelek sûcên hatine pêkanîn û hîna jî pê tên, lê civaka navneteweyî bê deng dimîne.

Di komxebatê de gelek xal hatin nîqaşkirin ji  wan; bi awayekî qanûnî sûcên ku li Efrîna dagirkirî pêk tên hatin destnîşankirin û Mizgîn Ehmed wiha gotina xwe dewam kir: "Armanca me ji lidarxistina vê komxebatê ew e ku em balê bikişînin ser sûcan û çavgirtina rêxistinên navneteweyî ji sûcên ku artêşa Tirk pêk tîne û nameyekê jê re bişînin ku dûrî nîfaqê bikeve, ji ber nîfaq gel têk dibe û divê li gorî bingehên tê xwestin parastina qanûnan bike."

Her wiha Mizgîn eşkere kir ku armanca wan a duyemîn jî ew e ku sûcan belge bikin û eşkere bikin û ji aliyê qanûnî ve li çareseriyan bigerin da ku bikaribin di dadgehên cezaî yên navneteweyî de daxwaza mafên xwe bikin û banga cezakirina artêşa Tirk bikin.

‘KIRYARÊN DEWLETA TIRK LI SER HEMÛ CÎHANÊ XETERE NE’

Têkildarî nîqaşên di komxebatê de Mizgîn Ehmed wiha axivî: "Ji nîqaşên beşdaran diyar bû ku vê koxebatê ji cîhanê re îsbat kir ku mayîna çete û artêşa Tirk a li Efrînê ne tenê li ser gelê Efrînê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xetere ye, lê belê li ser hemû cîhanê xetere ye. Gelê Efrînê gelekî aştîxwaz e û ev jî ne li gorî xwesteka dewleta Tirk e, ji ber vê yekê û bi behaneyan êrişî Efrînê kir û heta niha jî êriş dike û hewl dide ku Efrînî dîroka xwe ya kevnar ji bîr bikin, lê me xwest ku bi rêya vê komxebatê wîjdana cîhanê bilivînin û îsbat bikin ku gelê Efrînê dê dest ji xaka xwe bernede û dê berxwedana xwe berdewam bike."

Her wiha beşdaran îşaret bi çawaniya aşkerekirina van sûcên dagirkeriya Tirk pêk tîne û belgekirina wan ji aliyê kesên pêwendîdar  kirin û dan zanîn ku berpirsyarî dikeve ser milên mafnas û akademîsyenan ku doza Efrînê bikin dozeke cîhanî, ji ber ku dagirkirina Efrînê li gorî peymanên navneteweyî pêk hat û divê rizgarkirina wê jî li gorî peymanên navneteweyî pêk were.

AVAKIRINA KOMÎTEYEKÊ JI BO KU BIRYARAN BIŞOPÎNE

Mizgîn Ehmed wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em ê komîteyekê ava bikin ku ji rêxistinên hiqûqî yên herêmî, akademîsyen û mafnasên ji hundir û derveyî welat pêk were da ku biryarên ji vê komxebatê derkevin bi awayekî qanûnî bişopînin, sûcên ku pêk hatine her tim li ser maseyên navneteweyî nîqaş bikin û li komxebatên bi vî awayî ji bo eşkerekirina sûcên dagirkeriya Tirk li derveyî welat jî li dar bixin."

(eh)

ANHA