Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hemze Tolhildan bi bîr anî

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê û şêwirmendê Meclisa Sivîl a Dêrazorê şehîd Hemze Tolhildan li Dêrazorê hate bîranîn.

Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hemze Tolhildan bi bîr anî
Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hemze Tolhildan bi bîr anî
Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hemze Tolhildan bi bîr anî
Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hemze Tolhildan bi bîr anî
30 ÇILE, 2021   17:06
 DÊRAZOR

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê û şêwirmendê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Dawid Hec Elî (Hemze Tolhildan) dema erka xwe bi cih dianî di encama qezaya trafîkê de li Dêrazorê şehîd bûbû.

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê bi boneya çilrojiya şehadeta Hemze Tohildan merasîmeke li dar xist.

Malbata şehîd Hemze Tolhildan, endamên meclisên qanûsaz û rêveber ên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, fermandarên QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, meclisên xwecihî, Rêveberiya Jinan, rûspiyên eşîran û bi dehan şêniyên Dêrazorê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre, bi navê Rêveberiya Xweser Ziyab El-Cîlat û bi navê Rêveberiya Jinan Melak Rîbah axivîn.

Di axaftinan de şehîd Tolhildan hate bîranîn û hate gotin: "Şehîd Hemze kurê Dêrazorê ye, ji bo şêniyên wê, bi taybet ji bo jinan kedeke mezin da. Li hemberî hemû astengiyan rabû da ku jin bibe xwedî hêz û bi xwe bawer."

Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Di dawiya merasîmê de malbata şehîd wêneya şehîd Hemze diyarî Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê kir û endama rêveber Rêveberiya Jinan Melak Rîbah plaket diyarî dayika şehîd kir.

ANHA