' Berxwedana jinan hişt ku cîhan nêrîna xwe ya der barê Kobanê de biguhere'

Komîteya Jinan a Meclisa Navçeya Ahresê got, berxwedana Kobanê di pêvajoya şerê Sûriyê de bûyeke xaleke dîrokî ye û destnîşan kir ku "Jina afrînera dîrokê ye, jiyanê diafirîne û bi berxwedana xwe cîhan neçar kir ku nêrîna xwe derbar Kobanê de biguhere."

' Berxwedana jinan hişt ku cîhan nêrîna xwe ya der barê Kobanê de biguhere'
30 ÇILE, 2021   16:32
ŞEHBA

Bi dehan endamên Meclisa Navçeya Ehresê ya girêdayî kantona Şehbayê li pêşiya navenda meclisê kom bûn û alên Meclisa Jinên Azad a Şehbayê û wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin. Endamên meclisê bi boneya salvegera 6'an a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Endama meclisên Zêna Reşîd bi zimanê erebî û Erîfa Bekir bi zimanê kurdî daxuyahnî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi boneya salvegera 6'an rizgarkirina Kobanê ji aliyê YPGû YPJ'ê ve ku berxwedaneke bêhempa raber kirin, em vê rojê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî giyanên şehîdan ditewînin."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser çalakiya fedayî ya şehîd Arîn Mîrkan û berxwedana hevreyên wê û wiha hate domandin: "Çalakiya fedayî ya şehîd Arîn Mîrkan û berxwedana hemû hevreyên wê yên ji bo parastina tevahî  pêkhate û gelên herêmê, li tevahî cîhanê deng veda."

Her wiha hate gotin ku şehîd Arîn Mîrkan bi vê çalakiyê dersek da cîhanê ku jin dîrokê çêdike û jiyanê diafirîne û bi vê berxwedanê cîhan neçar kir ku nêrîna xwe biguhere û destekê bide vê berxwedanê.

Di daxuyahniyê de hate gotin: "Berxwedana Kobanê bû nuqteya guhartina di şoreşa Sûriyê de û rola jinan û hevgirtina wan a li dijî serdestan nîşan da."

Daxuyanî bi sloganên"Bijî berxwedana Kobanê û Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.

(eh)

ANHA