Di operasyona YAT`ê de li Dêrazorê 4 DAIŞ`î hatin girtin

YPG`ê diyar kir ku Yekîneyên Antî-Teror(YAT) roja 28`ê Çileyê li herêma Dêrazorê li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê operasyonek li dar xist, di operasyonê de 4 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.

Di operasyona YAT`ê de li Dêrazorê 4 DAIŞ`î hatin girtin
30 ÇILE, 2021   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemaniya YPG`ê li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku li hemberî hewldanên terorê yên çeteyên DAIŞ`ê, operasyonênê hêzên wan bê navber dewam dikin.

YPG`ê di daxuyaniyê de destnîşna kir, tevî ku çeteyên DAIŞ`ê li herêmê di aliyê erdnîgarî de hatin tunekirin jî, lê hewldanên wan ên ji nû ve xwebirêxistinkirin û kiryarên terorî didomin û wiha domand: "Şaneyên DAIŞ`ê ji bo têkbirina aramiya herêmê di nava liv û tevgerê de ne. Li hemberî wan hewldanên çeteyan, operasyonên hêzên me bê navber dewam dikin û derbên giran li DAIŞ`ê tên xistin."

YPG`ê daxuyand ku 28`ê Çileyê Yekîneyên Antî Teror li gundê Teyana yê herêma Dêrazorê li hemberî şaneyeke DAIŞ`ê operasyonek li dar xistin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di operasyonê de 4 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin. Her wiha gelek cebilxane hate desteserkirin. Cebilxaneya ku hatiye desteserkirin wiha ye:

47 hawan û 43 serîkên hawanê

3 çekên AK-47, 5 jarjor û 80 fîşek

1 damançe

1 tivinga nêçîrê

Miqdareke TNT

Ji bo aramiya herêmê operasyonên hêzên me wê berdewam bikin."

(cx)