Li dijî tecrîdê berxwedan didome 

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan, li 107 girtîgehan, Mexmûr û Yewnanistanê bi biryardarî didomin.

Li dijî tecrîdê berxwedan didome 
30 ÇILE, 2021   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan bi biryardarî di roja 65’emîn de dewam dike.

Mexmûr

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê kanûna 2020’an de çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê di roja 44’emîn de didome.

Yewnanistan

Welatiyên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan û piştgiriyîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê, di roja 27’emîn de dewam dike.