Jinên rewşenbîr: Em ê bi hev re li hemberî sûcên dewleta Tirk li ber xwe bidin

Jinên rewşenbîr ên bajarê Minbicê têkildarî komkujiya li Til Rifetê gotin, dewleta Tirk a dagîrker hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe û şêniyan bide koçberkirin. Her wiha destnîşan kirin ku gelê herêmê dê bi hev re li hemberî sûcên dewleta Tirk li ber xwe bidin.

Jinên rewşenbîr: Em ê bi hev re li hemberî sûcên dewleta Tirk li ber xwe bidin
30 ÇILE, 2021   07:01
MINBIC

Dewleta Tirk a dagîrker û çeteyên wê, êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Herî dawî komkujiyek li Til Rifetê pêk anî û di encamê de jinek, mêrek û du zarok şehîd bûn û gelek sivîl birîndar bûn.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Meclisa Jinan a Sûriyê û Endama Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê û gundewarên wê nivîskar Rula Osman axivî û got: “Dewleta Tirk a dagîrker ji van sûc û komkujiyan, armanc dike ewlehiya herêmê têk bibe, şêniyên wê koçber bike û herêmên wan dagîr bike.”

Rula Osman destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagîrker sivîlan dike hedef nemaze jinan û wiha domand: “Em ê bi vîneke xurt li hemberî wan hewldanan li ber xwe bidin, ax û gelê xwe biparêzin.”

Rula bang li rêxisitnên mafên mirovan kir ku erka xwe bi cih bînin, li pêşiya sûc û komkujiyên artêşa Tirk a dagîrker ên li dijî gelan bigirin

Rula Osman qetilkirina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir Seida El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr şermezar kir û got: “Sûdaran xwestin ku vîna jina azad bişikînin. Lê ew nikarin bigihêjin armanca xwe. Em ê li ber xwe bidin heta ku bigihêjin jiyaneke azad û rûmet û ewlehiyê bi dest bixin. Jin wê her tim pêşeng be û sembola şoreşê be.”

Ji aliyê xwe ve endama Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê û endama rêveberiya Meclisa Jinan a Sûriyê helbestvan Xedîce Şewax got: "Sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Ji vê yekê dixwaze şêniyan bitirsîne û wan bide koçberkirin. Ji bîra me naçe dema ku dewleta Tirk a dagirker dibistaneke navçeya Til Rifetê topbaran kir û di encamê de zarokên efrînî bûn qurbanî. Ev kîn û nefreta wan îsbat dike ku hesabê ji yekitiya gelan re dike.”

Xedîce diyar kir ku dewleta Tirk a dagîrker bi sûcên revandin û qetilkirinê jinên rewşenbîr dike hedef da ku vîna wan bişkîne û jinên azad bêdeng bike, ji ber jinan li hemberî zilm û dagîrkerî rabûn.

Xedîce di dawiya got: “Berxwedana jinan ji bo tevahiya jinan û cîhanê serferazî û rûmet e. Ji ber ku xwe û welatê xwe parast. Em ê bi hev re li rex mêran li ber xwe bidin û fikrên terorîst tune bikin.”

Di 22`yê Çileyê de kesên nenas endamên rêveberiya meclisa bajarokê Til El-Şayir ê li başûrê Hesekê kuştin. Çeteyên DAIŞ`ê berpirsyariya vê bûyerê girt ser xwe. Ev bûyer li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi lidarxistina gelek çalakiyan û dayîna gelek daxuyaniyan hate şermezarkirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Klk9W7fQd-0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>