Cemîl Bayik: Siyaseta hevpar a dewleta Tirk û PDK’ê ji bo gelê Kurd xetereyeke mezin e - 1

Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê ji bo gelê Kurd xetereyeke mezin çêkir û got “Divê PDK soz bide ku sîxûriya Tirkiyê neke. Xizmeta siyaseta qirkirinê neke.”

Cemîl Bayik: Siyaseta hevpar a dewleta Tirk û PDK’ê ji bo gelê Kurd xetereyeke mezin e - 1
30 ÇILE, 2021   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji bernameya taybet a Stêrk TV re axivî. Beşa yekemîn a hevpeyvîna Cemîl Bayik wiha ye:

Tecrîd û sîstemeke ku gihiştiye asta îşkenceyeke dijwar li ser Rêber Apo dewam dike, 22 sal li pey xwe hişt, em ber bi salvegera komploya 15’ê Sibatê ve dibin, hûn li ser vê mijarê çi dibêjin?

Berî ku ez bersiva pirsa we bidin Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, di şexsê Rêber Apo de li dijî gel û tevgera me tê pêşxistin, şermezar dikim. Di bin dirûşmeya Halîl Oral de li dijî komployê sekinî. Li dorî Rêber Apo xelekek ji agir hate pêşxistin ku komplo xwe negihîne Rêber Apo, di vê têkoşînê de gelek şehîd çêbûn. Bi vê boneyê ez wan hemû şehîdan bibîr tînim, rêzdariyê xwe ji bo wan nîşan didim.

Hedefa Komploya Navneteweyî dixwastin ku di şexsê Rêber Apo de tevgera PKK’ê tesfiye bikin ku bikarin qira gelê Kurd bînin. Armanc ew bû. Wexta ku Rêber Apo dîl girtin, her kesê got ku, ‘PKK temam bû, xilas bû.’ Kesê bawer nedikir ku wê PKK, dewam bike û wisa mezin bibe. Bandorê li ser siyaseta cîhanê bike, heta wê wextê hinekan digotin; ‘Temenê PKK’ê 6 meh maye, heta 6 mehên din PKK namîne.’ Lê PKK’ê berdewam kir, hem jî mezin berdewam kir. Çima? Ji ber ku bingehekî wê pir xurt îdeolojî û rêxistinî hebû, ji bo wê yekê çiqas xwestin PKK’ê tesfiey bikin, qira Kurdan jî bînin, negihiştin armancên xwe. Ji ber ku wana rastiya Rêber Apo, rastiya PKK’ê îdeolojiya wê, felsefeya wê, rêxistina wê, têkoşîna wê baş fam nekiribûn. Di cîhanê de gelek komplo pêşxistibûn, digotin; ‘bi vê komployê jî çawa me encam berê girtibûn, em ê niha jî bigirin.’ Pir piştre fam kirin ku ev tevger ne weke tevgerên din e. Wisa nikarin rehet encam bigirin. Wê jî xwestin ku bi komployê nûbûnan çêbikin, ji bo bikarin komployê dewam bikin û bikarin hedefên xwe pêk bînin. Rêber Apo, li dijî komployê sekinî. Ji ber ku Rêber Apo fêm kir, hedefê vê komployê ji bo gelê Kurd, ji bo mirovahiyê çiye? Ji bo wê bi berpirsyarî nêzîk bû. Berpirsyariyeke dîrokî da ser milê xwe. Di aliyê fikir de nûbûn pêş xist. Hem di PKK’ê û hem jî gelê Kurd de nûbûn da çêkirin. Yek jî ne tenê bo gelê Kurd, ji bo mirovahiyê jî bikarin pirsgirêkên xwe bi demokrasî, azadî edaletê çêbikin, paradigmayek pêş xist. Paradîgmayek sosyalîzmê pêş xist. Vê komplo vala derxist. Xizmetek pir mezin bo gelê Kurd, PKK’ê û mirovahiyê pêş xist. Bi vê jî xwe li ser linga hişt, hem partî û hem gel li ser lingan hişt, ji bo mirovahiyê jî hêviyeke mezin çêkir. Niha komploya navneteweyî 22 salên xwe temam dike, em dikevin sala 23’an. Yanî di nava van 22 salan de Rêber Apo têkoşîneke dîrok pêş xist, hê jî vê pêş dixe. Divê her kes, hem kadroyê milîtanê vê tevgerê, hem gelê Kurd û hem jî mirovahî vê berxwedanê baş fêm bike û wate bide vê berxwedanê. Ji ber ku berxwedana çêbû, ne weke berxwedaneke asayî ye, kes nikare di şert mercên li Îmraliyê ku tabûtek e, li vê derê berxwedanekî dîrokî bo PKK’ê, gelê Kurd û mirovahiyê pêş bixe, nûbûnan çêbike, hêviyên mezin çêbike. Tevgerê mezin bike. Ev ne mimkûn e. Eger ku Rêber Apo ew nûbûna çêkir, ev hêvî da çêkirin, hê jî li ser vî esasî xizmetê tevgerê, mirovahiyê dike, sedemê vê hene. Eger ku girêdayînên Rêber Apo ji bo partî, hevaltî, bo gel û bo mivrovahiyê, ji bo şehîd û azadiyê nebûna, ne mimkûn bû di nava şertên Îmarliyê de ku mîna tabûtê ye, wisa 22 salan berxwedanekî dîrokî pêş bixistana. Ev berxwedan, berxwedana gelê Kurd e, berxwedana mirovahiyê ku ji bo azadî, demokrasî û edaletê têkoşînê dike ye. Ji bo wê berxwedanekî dîrokî ye. Vê berxwedanê Rêber Apo xizmetekî mezin ji bo mirovahiyê pêş xist. Ji bo wê jî, divê her kesek vê bibîne. Madem ku Rêber Apo ev berxwedan pêş xist û hêvî çêkir, ew hêvî jî mezin kir; wê wextê berpirsyariyê her kesê jî mezin dike. Hem ji bo milîtanê PKK’ê hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo yên li cîhanê ji bo azadî, demokrasî û edaletê tekoşîn dike. Divê bizanin ku berpirsyariyeke dîrokî li ser milê wan heye. Ji bo wê divê ew vê berpirsyariyê ya li ber Rêber Apo pêk bîne.

Rêber Apo ji bo gelê Kurd û mirovahiyê jî gelek tişt pêş xistin. Vaya, bi Rêbertiyeke nû pêş xist. Di dîroka gelê Kurd de, dîrokeke nû ye. Di bin vê Rêbertiyê de ew dîrok pêş ket, ew nûbûn, guhertin pêş ketin û hêvî hatin çêkirin. Bi taybet jî vê Rêbertiyê çawa gelê Kurd li cîhanê da naskirin, rûmeta gelê Kurd çêkir, kir gelek mînak. Ji bo wê her kes li gelê Kurd hêviyê werdigire û ji bo xwe dike mînak. Di vir de xizmetekî pir mezin çêkir, vê Rêbertiyê yek jî hem ji bo jin a Kurd û hem jî jinên cîhanê jî xizmetekî pir mezin pêş xist. Belkî li cîhanê li ser pirsgirêkên jin gelek kes rawestiyane, xizmet kirine, lê xizmeta ku Rêber Apo pêş xistî ji her kesê zêdetir e. Çima, ji bo jina Kurd û jinên cîhanê teoriyek, îdeolojiyek, felsefeyek, rêxistina û têkoşîna wê pêş xist. Li cîhanê kesekê ti carê ji bo jinê ev kar nekiriye. Baweriya min ew e ku li pêşiya me, Rêber Apo wê di cîhanê de wê bi Rêbertiya jin bê naskirin û fêmkirin. Ji ber ku ji bo jin tekoşîna ku pêş xistî, ne tenê ji bo jin dike hêz, rûmeta jin çêdike, ji koletiyê rizgar dike; vaye azadiya zilma, azadiya civakê jî çêdike. Azadiya mirovahiyê jî çêdike. Mirovahiyê ji bo azadiya civakê ji bo demokrasiyê gelek têkoşîn kir û berdêlên mezin da. Di vê de belkî pêngav jî pêk xistin, lê negihişte tam hedefê xwe. Rêber Apo bi azadiya jinê, ew hedefa ji bo mirovahiyê pêş xist. Ji bo wê xizmetekî mezin kir ji bo mirovahiyê. Ji bo wê jî, divê hemû milîtanên PKK’ê, gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn li cîhanê yên ji bo sosyalîzmê, edalet, demokrasî û azadiyê têkoşîn dikin, taybet jin û ciwan divê xwe deyndarê Rêber Apo bibînin. Divê vî deynî bidin. A ku ji her kesê tê xwestin ew e. Ji bo wê em dibêjin; ‘Dem dema azadiyê ye’ ji bo wê, em azadiya Rêber Apo dikin navend. Ji ber ku Rêbertiyeke eger bi fîzîkî azad bibe, ev ne tenê azadiya Rêber Apo ye, di şexsê Rêber Apo de, ew fikirê ku bi sed salan bi ser gelê Kurd tê meşandin a fikrê siyaseta qirkirinê wê dawî bibe. Ev yek wê ne tenê li Tirkiye dawî bibe wê li Rojhilata Navîn jî guhertinên mezin di aliyê demokrasî û azadiyê de mezin pêş bixe. Ev wê bandorekî mezin li ser têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li cîhanê çêbike.

Pêşketinên demê dawî pêk tên, nirxandinên we vê yekê piştrast dike. Weke berê nîne, derveyî Kurdistanê ji Afrîkaya Başûr bigire heta Ewropa û Îngilîstanê li gelek deverên cîhanê rewşenbîr, hunermend, nivîskar, akademîsyen û siyasetmedar zêdetir xwedî li Rêber Apo derdikevin. Li gor we sedama vê çiye?

Niha li Îngîltereyê sendîkaya Îngîltereyê, Sendîkaya Spanya, li Başûrê Afrîqa Konfederasyona Sendîka, gelek şaredariyên Îtalya, dîsa rewşenbîr nivîskarên Misir, di şexsê wan de di nava Ereban de, pêşketin hene. Li Başûrê Kurdistanê rewşenbîr, nivîskar ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn dikin. Tekoşîneke mezin li cîhanê pêş dikeve. Belkî destpêkê ji sendîkaya Îngîltere destpê kir, lê îro her diçe li cîhanê belav dibe. Ez hemûyan spas dikim û rêzdariyên xwe pêşkêşî wan dikim. Karekî pir pîroz pêş dixin. Ew kare, ne tenê ji bo Rêber Apo ye, di şexsê Rêber Apo de ji bo hemû mirovahiyê ye. Ji bo wê karekî pîroz e. Ev sendîkayan e tê zanîn wextekê ji bo Mandela jî ev kampanya û têkoşîn kir. Di encama wan kampanya de Mandela ji girtîgehê derket. Ew siyaseta ku li Başûrê Afrîqa li dijî gelê Afrîqa dihate kirin, bi dawî bû. Guhertinekî mezin çêbû bi wê kampanyan re, encamekî mezin pêş xist. Yên ku ew kampanya ji bo Mandela pêş xistin, niha jî ji bo Rêber Apo jî pêş dixin. Wateya wê girîng e. Çawa wê kampanyayê Mandela rizgar kirin. Siyaseta faşîst a nîjatperest a li Afrîqa dihate pêxistin dawî kirin. Bi vê kampanyê dixwazin Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin, siyaseta ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd îro taybet dimeşîn ku di dîrokê de li dijî gelek Kurdan pêş xistiye, qirkirin pêk anîne, niha jî dixwazin li ser Kurdan pêş bixin. Siyasetekî faşîst û nîjatperest e, bi dawî bikin. Guhertinekî mezin çêbikin. Ji bo wê, karê ku dikin karekî pîroz e. Ev sendîkane, şaredarî, ew rewşenbîr, nivîskar ji bo çi vê kampanyayê didin domandin? A yekeme xwedî li Rêber Apo derdikevin. Ji ber ku Rêber Apo Rêberê Gelê Kurd de di şexsê Rêber Apo de xwedî li gelê Kurd derdikevin. Li dijî qirkirinê disekinin.

A duyemîn jî, dibînin ku Rêber Apo pradîgmaya pêş xistî, pirsgirêkên mirovahiyê çareser dike. Daxwaziyên mirovahiyê, hêviyên mirovahiyê pêk tînin. Daxwaza wan û hêviyên wan çine? demokrasî azadî, edalet û wekhevî ye. Dibînin ku Rêber Apo vê ya temsîl dike. Ji bo wê xwedî li Rêber Apo derdikevin vê têkoşînê dikin. Ji ber ku hedefê wan hemûyan jî demokrasî, edalet û azadi ye. Dibînin ku hêvî û daxwaziyên wan Rêber Apo temsîl dikin. Li Rêber Apo xwedî derketin, wateya wê çiye? li xwe û pêşeroja xwe xwedî derketine. Ji ber ku Rêber Apo li nirxên mirovahiyê xwedî derdikeve. Nirxên Serok Apo azadî, demokrasî, edalet, wekhevî, wijdanê mirovahiyê, exlaqê mirovahiyê ye, civakî, civakbûne, ji bo wê xwedî derdikeve. Ev hemû hedefên wan in jî. Eger ku xwedî derdikevin, ji bo wê xwedî derdikevin. Rêber Apo ji bo ku mirovahî temsîl dike, ji bo mirovahiyê tekoşîn dike; mirovahî jî ji bo wê xwedî li Rêber Apo derdikevin. Rêber Apo ji ber ku Rêbertiyeke ne tenê bo Kurda kar dike, heman demê mirovahiyê jî pêş dixe. Nirxên mirovahiyê jî her tim bilind dike. Ji bo wê li Rêber Apo xwedî derdikevin. Baweriya min ew e ku ev xwedîderketina ku her diçe wê hê zêdetir berfireh bibe û mezintir bibe. A ku ji milîtanê vê tevgerê û gelê Kurd tê xwestin çiye? divê vê kampanya li cîhanê hatiye destpêkirin hê zêdetir xurtir bike. Ji bo wê divê fikrê Rêber Apo, pradîgmaya Rêber Apo belav bikin. Parêznameyên Rêber Apo hene, divê wan bigihînin her kesê. Her kes li ser vî bingehî nîqaş bikin, bidin fêmkirin. Ji bo ev kampanya hê zêdetir fireh û kûr bibe ku bikare encamek bide berî her tiştî erkekî me ye. Berî her kesê erka milîtanê vê tevgerê û yê ku dibêje ez Kurd im, li welatparêziyê xwedî derdikeve, divê vê erkê pêk bîne. Çawa ku Rêber Apo li tabûta Îmralî bi erka xwe radibe, divê em jî erka xwe ya li hember Rêber Apo pêk bînin.

Niha, li vir ez dixwazim bal bikişînim ser nuqteyekê; li cîhanê her ku diçe kampanya ji bo fizîkî ya azadiya Rêber Apo pêş dikeve, lê li Başûr siyasetmedarên Başûr, rêxistinên Başûr zêde tevlî vê kampanyê nabe. Gelê me yê başûr tevlî dibe. Rewşenbîr, nivîskar tevlî dibe. Lê siyasetmedar, partî û rêxistin tevlî nabin. Va nuqteyekî esas e û cidî ye jî. Yanî li cîhanê her kes li azadiya Rêber Apo xwedî derdikeve, yên ku xwedî derdikevin esas Kurd in, em dibînin li hemû beşê Kurdistanê gel xwedî derdikevin, siyasetmedar, rêxistin û rewşenbîr xwedî derdikevin, lê başûr siyasetmedar û rêxistin xwedî dernakevin. Divê gelê me jî vê ya baş fêm bike.

Herî dawî we jî şopand Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar serdana Iraq û Başûrê Kurdistanê kir. Bi rayedarên Iraqê re jî civiyan, lê ya herî balkêş li Başûr bi Mesrûr, Nêçîrvan û Mesûd Barzanî re civiyan. Diyar e ku li ser PKK’ê nîqaş kirin, lewra daxuyaniyên Akar wisa bûn. Em dibînin gel ji van têkiliyên ku PDK û dewleta Tirk pêş dikevin ne rehetin. Li gel vê jî ev têkilî tên domadin, sedema vê çiye? We got li Başûr gel xwedî li Rêber Apo derdikevin lê siyasetmedar û rêxistinên Başûr dernakevin, divê helwestekî çawa li hemberî van pêşketin û vê rastiyê bê nîşandan?

Niha li ser gelê Kurd siyaseta qirkirinê tê meşandin. PKK di bin rêbertiya Rêber Apo de li dijî vê siyasetê sekinî. Gelê Kurd ji bo ji qirkirinê rizgar bike, xwest weke hemû gelên cîhanê li ser welatê xwe bi azadî, nasname û nirxên wan bide jiyîn. Ji bo wê ji bo gelê Kurd tekoşînekî dîrokî pêş xist. Ne hişt ku dewletên dagirker ê faşîst ê qirker, dîsa bi taybet siyaseta qirker a dewleta Tirk bi dawî bike. Bi gelek şêwazan xwest vê siyasetê bimeşînin, lê PKK’ê rê neda vê. Dîtin ku bi siyaseta ku heta niha meşandî nikarin. Ji bo wê Tirkiye guhertinek ji bo xwe esas girtin. Li Tirkiye di rejîmê de guhertin çêkir. Rejîmekî serokkomarê li Tirkiye pêş xist. Ew temamî ji bo bikarin qirkirina Kurd pêş bixin, pêk anîn. Sedema wê ew e. Ji ber ku weke din nikaribûn qirkirinê temam bikin. PKK’ê ev vala derxist. Dîtin ku heta PKK’ê tesfiye nekin, nikarin vê armancê pêk bînin. Ji bo wê jî lazime divê di sîstemê de guhertinê çêbikin. Niha sîstema li Tirkiye Tayyîp Erdogan, Bahçalî, Ergenekon dimeşîne, ji bo wê hate pêşxistin. Armanc ew e. Niha, Tirkiye siyaseta xwe ya hundir a derve bi temamî li ser qirkirina Kurdan pêş dixe. Yekan e armanca wan ew e ku çawa bikarin PKK’ê tesfiye bikin û qirkirina Kurd jî temam bikin. Qirkirina ne tenê li Bakur esas digirin, temamî li hemû başên Kurdistanê ji bo xwe kirine armanc. Dijminê tevahî Kurdan e. Ne tenê dijminê PKK’ê an jî kurdên li gel PKK’ê cih digirin, yan jî Kurdên azadiyê dixwazin. Belkî destpêkê vê dikin hedef, lê hedefê xwe temamî tinekirina Kurdan e. Her ku diçe ev zêdetir tê famkirin. Niha Tirkiye yek jî endamê NATO’yê ye, eleqeya xwe bi Yekîtiya Ewropa re heye, bi van têkiliyên xwe şantaj û tehdîdan jî li her kesê dike. Ji vê hêzê werdigre, bi vê hêzê dixwaze hedefa xwe pêk bîne. Li gel vana yek jî, Şerekî Cîhanê yê Sêyemîn tê meşandin. Dixwazin di vî şerî de encam bigirin, di vî şerî de qirkirinê temam bikin. Wisa hesab dikin, dikarin vê hedefa xwe pêk bnînin. Lê astengiya herî mezin PKK ye. Heta ku PKK’ê tesfiye neke, nikare vê hedefê pêk bîne. Ji bo wê bi hemû hêza xwe dixwaze PKK’ê tesfiye bike. Tê zanîn Komploya Navneteweyî li Şamê destpê kir, vêya Iraq li Başûr dewam dike, dixwaze temam bike. Ji bo wê wexta li Şamê destpê kirin, heta niha di vir de israr dikin. Gelek textîk guhertin ku bikarin komplo bigihînin hedefê.

Hatina Hûlûsî Akar, Hakan Fîdan, Fermnadarên Giştî bi şêwazê heyet, hem serdana Iraqê û hem jî li Hewlêrê jî bi rêveberên PDK’ê re civiyan. Bi Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re civiyan. Ev hatin bi temamî ji bo PKK’ê tesfiye bikin e. Ev hêzekî leşkerî û îstixbaretî ye. Ne weke hêzekî aborî û siyasî ye. Eger heyetek ji hêzekî leşkerî û îstixbaretê çêbikî, her kes zane armanca wan operasyonên leşkerî ne. Ji bo wê zarok jî vê fam dike. Ê niha di tesfiyekitina PKK’ê de ti berjewendiyeke zêde ya Iraqê nîne, ji bo wê li ser Iraqê re şantaj û tahdîdan dike. Vê hem Tirkiye û hem jî PDK dimeşîne. Ji ber ku Iraq pirsgirêkên xwe yên giran hene, hinek lewaziyên xwe hene, nikare li dijî vanan bisekine; vana ji vê sûd dibînin. Tehdît û şantajan li ser hev li ser Iraqê çêdikin ku Iraqê jî tevlî vê bikin, ji bo ku bikarin hedefê xwe pêk bînin. Niha, komplo Tirkiye wê PDK’ê di pratîk de esas dimeşîne. Ji bo wê Tirkiye û PDK bi hev re pîlanekê dimeşînin. Dixwazin Iraqê jî tevlî vê bikin ji bo ku berjewendiyên Iraqê zêde têde nîne, bi şantaj û tehdîdan li ser dikin. Ev rewşekî pir cidî ye, divê her kes vê fam bike. Niha, PDK berê bi dizî dijmininahiya PKK’ê dikir, bi dizî li gel Tirkiye li dijî PKK’ê disekin. Lê niha îro vê bi eşkere dike. Bi hatina Hûlûsî Akar êdî her tişt eşkere kir. Tiştekî veşêrin nema. Çima eşkere dikin? Ji ber ku heta niha bi dizî dikirin, encam nedigirtin. Ji bo wê neçar man ku eşkere dikin. Ji xwe her kesê fam kir, dîtin. Tehşîr bûye. Hem Tirkiye û hem PDK. Di siyaseta li dijî Kurd û PKK’ê dimeşînin de tehşîr bûye.

Ji ber wê ne pêwîste ku êdî veşêrin ji ber wê bi eşker dijminahiyê dikin. Siyaseta ku PDK dimeşîne bi temamî di xizmeta dewleta Tirkiyeyê de ye. Xizmeta qirkirina Kurdan dike. Tirkiye ji ber ku pêwîstiya xwe bi PDK’ê heye di tesfiyekirina PKK’ê û qirkirina Kurd de, ji bo wê nayê li ser PDK’ê û çavê xwe digre. Ji ber PDK li gel Tirkiyê dijminahiyê bi PKK’ê ji Kurdan re neke, ji ber vê çendê Tirkiye nikare bi xwe hedefa xwe tesfiye û qir bike. Ji bo vê pêwîstiya wê bi PDK’ê heye ji ber wê dengê xwe dernaxe. Mirov li dîrokê binêre hertim dewletên dagirker hinek Kurd li gel xwe bikar anîne. Çi dema ku derbe li Kurdan da, dibêje yê ku xiyanet li gelê xwe kirî wê ji bo min jî hîn xiyanetên mezintir bike, pêwîste jiyan neke û hemû jî kuştine. Ger ku mirov dîrokê baş lêkolîn bike mirov wê vê baş bibîne. Ji bo wê pêwîste PDK ji dîrokê encamekê bigre, wisa xizmeta vê siyasetê neke, niha yê ku hatî Mesûd, Mesrûr û Nêçîr dîtî kîne? Heyetekî leşkeriye û îstixbarat e. Vana hatin dîtin û piştre jî ji xwe daxuyanî dan û gotin, ‘em keyfxweşin, hûnê piştre bibînin Nêçîr di van hevdîtinan de, em ê li bejayiyê jî xwe belav bikin û em ê encamê jî werbigrin.’ Ev bi eşkere gotin û ne veşartin. Ev dide diyar kirin ku PDK ji siyaseta Tirk re xizmetê dike, ketiye di bin xizmeta wê de, bi hev re li dijî PKK’ê planekê dimeşînin, amadekariyên wê dikin. Pêwîste PDK xwe nêzî van neke ji ber ku ev leşker û îstixbaratin û erka wan jî şer e. Yê ku niha dixwazin PKK’ê tesfiye bikin evin. Ev eşkereye û her kes vê dizane. Ji xwe bi xwe jî vê eşkere dibêjin, diçin kûderê jî dibêjin. Çawa ku PDK nêzîkî wan bibe, bi wan re têkilî bimeşîne, bi wan re planên hevpar bimeşîne. Ev bi telokeye ev ji bo hemû Kurdan talokeye, ev xizmeta Kurdan nake xizmeta PDK’ê jî nake, tenê xizmeta dewleta Tirk dike, xizmeta qirkirina siyaseta wan dike. Ev rewşek pir cidiye. Pêwîste gelê Kurd van baş fam bike. Ev planên ku dewleta Tirk bi piştgiriya PDK’ê dixwaze li dijî PKK’ê li dijî Kurdan bimeşîne, tenê PKK’ê eleqeder nake hemû Kurdan eleqeder dike. Îro PKK rûmet û şerefa Kurd e, yê ku Kurd li cîhanê dayî naskirine, yê ku li cîhanê rêz ji bo Kurd çêkiriye, Kurd kiriye mînak ji bo cîhanê. Niha PKK li tevahî Kurdistanê rûh dide gelê Kurd, hest û rûhê gelê Kurd mezin dike, têkoşîna wê mezin dike, nirxê wî mezin dike. Êrîşkirina PKK’ê êrîşa li dijî gelê Kurd tevahiye. Netenê wisa êrîşa li ser PKK’ê ye, êrîşa li ser Kurdên ku li gel PKK’ê tevger dike ye. Dewleta Tirk dizane ku ger derbeyê li PKK’ê bixe, wê bi hêsantir li yên din bixin. Ji ber ku li dîrokê jî wisa kiriye. Kê berxwedan kiriye, kê derbe kiriye yê ku alîkariya Tirkiyeyê jî kiriye hemû di seatekê de tesfiye kirine. Ev rastiyeke. Ji bo vê pêwîste ku kes ne bêje ev hevdîtinên PDK û Tirkiye tenê li dijî PKK’ê ne, ti eleqeye min li gel nîne, bandorek a wê li ser min çênabe. Dibe ku di kesayeta PKK’ê de ev hevdîtin pêk werin, lê di rastiye xwe de ji bo tesfiyekirina gelê Kurd tevahiye.

Talûkeyek mezin ji bo gelê Kurd çêdike. Pêwîste her kes vê cidî bibîne. Me ne xwest ku ti caran PDK bi dewleta Tirk re wer planan bimeşîne. Wisa xizmeta tesfiyekirina PKK’ê û qirkirina gelê Kurd bike. Lê mixabin tiştên ku çêdibin li ber çava ye. Pêwîste her kesek vê bibîne. Ji bo Kurdan rojev ev e, rojeva yekemîne. Pêwîste Kurd rojeveke din ji bo xwe çênekin, gel rojeveke din ji bo xwe çêbikin xwe dixapînin û dikevin xefletê. Wê çawa li dijî vê siyasetê rawestin û nehîlin ku PDK û Tirkiye pêkve vê siyaseta qirkirinê pêş bixe. Pêwîste li dijî vê rawestin û rê nedin ku kes vê siyasetê bimeşînin, ji ber ku bimeşînin wê ziyanê bidin tevahî gelê Kurd. Halbûkî gelê Kurd di dîroka xwe de firsendekî mezin bidestxistiye ku bi karibe azadiya xwe çêbike. Lê belê dewleta Tirk dixwaze bi PDK’ê re Kurdan û van destkeftiyan ji holê rake. Ji bo ku Kurd di vî Şerê Cîhanê yê Sêyem de jî negihin mafê xwe ku negehin mafê xwe wê demê Kurd tesfiye dibin, ji bo wê kar dikin. Ger ku dewleta Tirk ji bo Kurdan wisa kar dike, divê Kurd jî vê yekê bibîne û li dijî taloke û xeteriyê raweste, ji bo xwe têkoşînê mezin bikin. Niha gelek daxivin dibêjin yekîtiya netewî pêwîste û başe ku wê tînin ziman. Lê belê îro yekîtiyek netewî nîne, herkes vê dibîne, ji xwe dijmin jî ji vê sudê werdigre. Îro rojev ne ew e, rojev çawa pêşî li talokeyê girtin e, çawe ku PDK li gel Tirkiye êrîş neke. Ji ber ku ew pêkve dixwazin êrîşekê pêşbixin, ev ji bo Kurdan talokeye. Pêwîste pêşiya vê bigrin, ger ku pêşiya vê girtin û li dijî vê rawestiyan, wê demê ev xizmeta yekîtiya Kurd dike û li ser vê yekîtiya Kurd pêş dikeve. Ger ku pêşiya vê neyê girtin bi navê Kurd tiştek namîne. Taloke wisa mezin e, ji ber vê PKK dixwaze li Kurd bide qezenc kirin, dixwaze li pêşiya talokeyê raweste, ji bo wê dewleta Tirkiye dike hedef. Bi hêza xwe tenê têrê nake ger ku bi navê Kurd jî PDK’ê bide gel xwe wê demê dikare herkesî jî bixapîne. Wê demê dikare hedefa xwe pêk bîne. Niha PDK bi navê hikûmeta Başûr dibêje ez vê siyasetê dimeşînim, çi mafê xwe nîne bi navê hikûmeta Başûr vê siyasetê bimeşîne. Ji ber ku di hikûmetê de, Yekîtî û Goran ew jî cih digrin, di parlementoyê de partiyên Îslamî jî hene. Ev yek jî ne li gel vê siyasetê ne. Ev bi PDK’ê re li gel Tirkiyeyê nerûniştine û biryarek nedane. Ji xwe bi xwe jî daxuyaniyê didin û dibêjin; ‘em ji derveyî van tiştan e, ev biryarane ne yên hikumetê ne, yên PDK’ê ne.’

Wê demê pêwîste ev partî vê ne pejirînin, li dijî vê rawestin bibêjin tu nikarî bi navê hikûmetê bi navê gelê Başr bi Tirkiyê re biryara bigrî, wisa planan pêkve bimeşînî, tu nikarî li dijî PKK’ê wisa şer pêş bixî pêwîste li dijî vê rawestin. Em dizanin gelê me yê Başûr, rewşenbîr, nivîskar, hunermend li dijî vê ne û ji ber ku gelê me yê Başûr çi yê Behdînan çi yê Soran be gelekî welatparêze û gelek bedel dane. Li gel vê gelê me yê Başûr dizane ku PKK ji bo wan wateya parastinê ye. Ger ku destkeftî bidest xistine ev bidestê PKK’ê çêbûne, vê baş dizanin. Ji bo wê ew partiyên Başûr pêwîste li dijî PDK’ê rawestin û bêjin, ‘bi navê Başûr, bi navê me, bi navê hikumetê vê siyasetê nemeşîne.’ Niha PDK dibêje; ‘statûya me nas nakin, me nas nakin, hikümeta me nas nakin û pêşmergên me dikujin,’ ev hemû xapandin e. Yê ku vê dibijîn jî dizanin ku di nava ew statûya li Başûr çêbûyî de jî kedeke mezin a PKK’ê heye. Yê ku dijminahiya PKK’ê dikin jî bi siyaseta PKK’ê destkeftiyan bi dest dixin. Ger ku PKK nebe Tirkiye silavekê jî nade kesê, dem ku PKK derneketî, têkoşîn nekirî silav nedidan kesekî li Başûr. Çi demê silav dan, dema ku PKK derket û têkoşîn kir ku PKK’ê Tirkiye xist zoriyê wê demê neçarî wana kir û silav dan wa. Ji ber ku PKK’ê Tirkiye neçarî wana kir ku Tirkiye neçar bû gelek destkeftî ji wan re bihêle. Ev rastiyeke, tenê yekî wijdana xwe winda bike dikare vê yekê înkar bike. PKK nebe statûya wan rojekê jî be namîne, yê ku statûyê diparêze PKK ye. Yê ku statûyê dixe talokeyê PDK ye. Bi Tirkiyê re xizmeta siyaseta qirkirina gelê Kurd dike û dawiya gelê Kurd tîne. Destkeftiyên bi destê Kurdan ketîn ji holê radikin, rastî ew e. Me bi gelek caran gotiye em statûyê diparêzin, me îsbat jî kiriye di pratîkê de ne wisa di gotinê de, vê yekê herkes dizane, em ne li dijî statûyê ne, ne li dijî hikumetê ne, ne li dijî pêşmerge ne meseleyek me ne statûyê re ne pêşmerge re nîne. Em dixwazin li gel Başûr xizmeta gelê Kurd bikin li dijî dijminên gelê Kurd rawestin, daxwaziya me ew e. Firsendeke dîrokî ji bo Kurdan derketiye em dibêjin pêwîste kes lingê xwe lê nede, her kesek xizmetê bike ku Kurd ji vê rewşê derbikeve û bi azadî bijî. Ya ku em ji bo herkesê dixwazin ev e, rastî ev e. Niha li vir ez dixwazim bi navê tevgera me sozekê bidim hem gelê Kurd hem gelê cîhanê, em statûya başûr jî qebûl dikin, hikûmet û pêşmerge jî qebûl dikin, ti meseleyên me bi wan re nîne. Li beramberî vê ez dixwazim PDK jî li ser vê soz bide ku sîxûrtiyê ji bo Tirkiye neke ku li cihê Tirkiyê parastina Tirkiyê ya leşkerî neke, xizmeta qirkirina gelê Kurd neke, bila ew jî soza vê bide. Ger soza vê bidin wê demê wê pirsgirêkên gelê Kurd wê bi hêsanî çareser bibe. Pêwîste gelê me hemû li beşên ji derve jî li ser vê xalê raweste, daxwaziya min ji gelê me ev e. Ev dikeve xizmeta gelê me. Li vir ez dixwazim vê jî bêjim kes nikare pêşiya têkoşîn, berxwedana vê tevgerê bigre, kes nikare bêje berxwedanê nekin, têkoşînê nekin. Ev tevger li dijî teslîmyet û xiyanetê derketiye û wê heta dawiyê jî wê têkoşîna xwe bimeşîne. Heta azadiya gelê Kurd pêk neîne, wê rojekê jî be rehet nejî. Pêwîste herkes vê baş bizane.