Li gundên bakurê Eyn Îsayê şer rû dide

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan ku ber bi gundên Mielek û rêya M4 bi pêş de biçin, li ser bersivdayîna şervanên QSD'ê şer derket.

Li gundên bakurê Eyn Îsayê şer rû dide
29 ÇILE, 2021   21:36
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê gundê Mielek û rêya M4 li bakurê rojavayê navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin. Dagirkeran hewl dan ber bi rêya M4 ve bi pêş de biçin. Li ser bersivdayîna şervanên QSD'ê şer derket.

Şer heya vê kêliyê didome.

ANHA