Şêniyên Dêrikê: Em ê li destkeftiyên şoreşê bibin xwedî

Gef û gurên dewleta Tirk a dagirker, bi taybet li ser Şengal û bajarê Dêrikê, berdewam dikin. Her çend metirsî zêdetir bibe jî liv û tevgera şeniyên bajarê Dêrikê jî ranaweste û soza xwedîderketina li destkeftiyên şoreşê didin.

Şêniyên Dêrikê: Em ê li destkeftiyên şoreşê bibin xwedî
Şêniyên Dêrikê: Em ê li destkeftiyên şoreşê bibin xwedî
Şêniyên Dêrikê: Em ê li destkeftiyên şoreşê bibin xwedî
29 ÇILE, 2021   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar serdana Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê kir,  gef û tehdîtên dewleta Tirk a dagirker, bi taybet li ser Şengal û bajarê Dêrikê, dest pê kir. Her wiha gef û gurên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî berdewam dikin.

Liv û tevgereke diyar a artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Bakurê Kurdistanê xuya dibe. Her wiha metirsiya li ser herêmê bi vî rengî zêdetir dibe. Her çend metirsî zêdetir dibe, liv û tevgera şeniyên bajarê Dêrikê jî ranaweste û soza xwedîderketina li destkeftiyên şoreşê didin. 

Gundewarên herêma Beravê ya bajarê Dêrikê ji destpêka şoreşa Rojava ve rastî xetere û metirsiyê, ji aliyê dewleta Tirk ve, tên. Bi dehan şêniyên ji bo cotkirina erdê xwe nêzî sînor bûn, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tên kuştin.

Bi destpêkirina van gef û guran re metirsiyek di nava şêniyan de heye lê li hemberî her cure êrişan diyar dikin ku dê li warên xwe bimînin û wan biparêzin.
Welatiyekî ji gundê Eyndîwerê diyar dike ku li herêma wan piştî şoreşê aramî serwer e û pêwîstiya wan bi tu hêz an jî rêveberiyeke din tune ye û wiha didomîne: “Dewleta Tirk her cihekî ku diçiyê, bi navê ku aramî û ewlehiyê bibe diçe, lê belê em îro li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dibînin ku ji derveyî xerakirin û talanê tu armanceke wan tune ye. Em dev ji xaka xwe bernadin, lewma jî heya dawiyê em ê parastina wê bikin.”
Dîsa hevseroka Komîna Eyndîwerê Eyşe Hesen destnîşan dike ku ev herêm cihê pêşiyên wan e, lewre jî nikarin dev ji çand û kevneşopa xwe berdin. Di heman demê de soza xwedîderketina li nirxên xwe yên dîrokî dide û dibêje: “Çi dibe bila bibe û kî vê yekê înkar jî bike, ev dever ji bav û kalên me ji me re maye. Rast e ku em êrişî tu kesî nakin lê belê dema ku êrişî me bê kirin jî em ê xwe bê deng nekin. Di nava vê seqem û berfê de em ê berê xwe nedin tu devereke cuda ku ne ya me be. Ji lew re jî em ê xwedî li van nirxên xwe yên dîrokî û destkeftiyên şoreşa xwe derkevin.”
2 roj berê dewriyeyeke hêzên Amerîka û QSD’ê li ser wê herêmê geriya û roja piştî wê jî dewriyeyeke hêzên Rûsyayê bi helîkopteran ve, pêk hat. Li herêmê liv û tevgera her du hêzan berdewam dike. Lê belê dîsa jî gel bi awayekî baldar tev digere û tekez dike ku pişta xwe didin hêzên xwe yên cewherî. 

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/A8uABIHMOq8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>