MSD'ê li Şehbayê panelek li dar xist

Meclisa Sûriyê Demokratîk (MSD) vê sibehê panelek bi dirûşmeya " Efrîna berxwedêr xweragir e û Efrîn dê bimîne û dagirker dê biçin" di salvegera sêyemîn a destpêkirina êrişên li dijî Efrînê, li dar xist.

MSD'ê li Şehbayê panelek li dar xist
27 ÇILE, 2021   12:55
ŞEHBA

Di çarçoveya rêzepanelên ku MSD'ê li Bakur û Rojhilata Sûriyê û Helebê de lidar dixe, meclisê îro li Şehbayê der barê siyaseta dagirkeriya Tirk li Sûriyê û tevahiya Rojhilata Navîn û sûcên wê li Efrînê panelek li dar xist.

Endamên meclisa eşîrên herêma Efrîn, rêxistinên mafên mirovan, oldar û endamên yekitî û saziyên li kantona Şehbayê beşdarî panele bûn.

Dîwana birêvebirina panele ji Serokê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyê Demokratîk Îlham Ehmed, Hevserokê Desteya Rêveber a Herêma Efrîn Bekir Elo û Endamê Meclisa Eşîrên Efrîn û Şehbayê Ibrahîm El-Îsa hate hilbijartin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, Îlham Ehmed destpêkê der barê siyaseta ku dewleta Tirk û çeteyên li herêmên dimeşîne axivî. Îlham Ehmed anî ziman ku armanca dewleta Tirk berfirekirina dagirkeriyê ye.

Panel didome.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BjZiuqDgN_s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>