Helbestvan Deham Hesen koça dawî kir

 Vê sibehê, helbestvanê Kurd Dehan Hesen (75) ji ber nexweşiyê li bajarê Qamişlo koça dawî kir.

Helbestvan Deham Hesen koça dawî kir
27 ÇILE, 2021   09:55
QAMIŞLO

Helbestvan Deham Hesen ku sala 1946`an hatiye dine, ji şêniyên bajarê Amûdê ye û lîsansa bi zimanê erebî standiye.

Deham Hesen di temenekî biçûk de bi zimanê erebî dest bi nivîsandina helbestê kiriye, her wiha çîroknivîs û nivîsên derbarê fikir û siyasetê de nivîsandine.

Pirtûkek wî bi navê “Di raman, çand û siyasetê de neynik” heye û ji komeke lêkolînên fikirî û siyasî pêk tê. Her wiha gelek helbest û nivîsên wî di gelek rojname, kovar û malperan de hatine weşandin.

Dê cenazeyê helbestvan Deham Hesen îro ji pêşiya Mizgefta Qasimo ya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi rê keve û li goristana taxa Hilêliyê bê oxirkirin.

(cx)

ANHA