Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Cebhet El-Nusra 19 caran herêma"Bêçek" topbaran kir

Hêzên Hikumeta Şamê herêmê" "Bêçek" topbaran kir . Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku çeteyên Cebhet El-Nusra di 24 seatên dawîn de 19 caran herêma "Bêçek" topbaran kir.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Cebhet El-Nusra 19 caran herêma"Bêçek" topbaran kir
27 ÇILE, 2021   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir hêzên hikumeta Şamê duh bi şev herêmê "Bêçek" topbaran kir.

Li gorî SOHR'ê hêzên hikumetê deverên Sefhon, El-Fetîra, derdora Kensefra, Bînîn û Filêfil li gundewarên başûrê Idlibê û hin cihên li Sehil Xab bakur rojavayê Hemayê bi moşekan topbaran kir.

Ji aliyekî din ve jî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da xuya kirin ku çeteyên Cebhet El-Nusra di 24 seatên dawîn de 19 caran Idlib topbaran kir.

(dm)