'Faşîzma dewleta Tirk gefan li ewlehiya cîhanê dixwe, em ê li hemberî wê bisekinin'

Gefên dewlata Tirk  a dagirker ên li ser Şengal û Dêrikê li navçeyên kantona Qamişlo hatin şermezarkirin. Di xwepêşandanan de hate gotin ku faşîzmaya dewleta Tirk gefê li ewlehiya cîhanê dixwe, her wiha hate diyarkirin ku ew ê li hemberî dagirkeran bisekinin.

'Faşîzma dewleta Tirk gefan li ewlehiya cîhanê dixwe, em ê li hemberî wê bisekinin'
'Faşîzma dewleta Tirk gefan li ewlehiya cîhanê dixwe, em ê li hemberî wê bisekinin'
'Faşîzma dewleta Tirk gefan li ewlehiya cîhanê dixwe, em ê li hemberî wê bisekinin'
'Faşîzma dewleta Tirk gefan li ewlehiya cîhanê dixwe, em ê li hemberî wê bisekinin'
'Faşîzma dewleta Tirk gefan li ewlehiya cîhanê dixwe, em ê li hemberî wê bisekinin'
'Faşîzma dewleta Tirk gefan li ewlehiya cîhanê dixwe, em ê li hemberî wê bisekinin'
'Faşîzma dewleta Tirk gefan li ewlehiya cîhanê dixwe, em ê li hemberî wê bisekinin'
'Faşîzma dewleta Tirk gefan li ewlehiya cîhanê dixwe, em ê li hemberî wê bisekinin'
26 ÇILE, 2021   14:42
QAMIŞLO

Bertekên gel ên li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên  pêkanîna êrişekê li ser Dêrik û Şengalê zêde dibin. Li Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê yên girêdayê kantona Qamişlo li hemberî van gefa xwepêşandan hatin lidarxistin.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê bi dehan kes ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan bi meşekê gef û siyasetên dewleta Tirk a dagirker şeremzar kirin.

Meş ji pêşiya navenda Kongreya Star a dikeve rojhilatê navçeyê dest pê kir. Di meşê de bi sê zimanan kurdî, erebî û suryan pankartên bi nivîsên "Em xwediyê vê axê ne, Erdogan dagirker e divê were darizandin, faşîzmaya dewleta Tirk gefan li ewlehiya cîhanê dixwe..em bi hev re li hemberî vê terorê bisekinin" hatin vekirin.

Meş li pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya dikeve rojavayê navçeyê rawestiya. Endama Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Hediya Şemo axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi lihevkirina bi hin aliyên kurdî re hewl dide tevahî xaka Kurdistanê dagir bike û xîlafeta Osmanî zindî bike."

Hediya Şemo diyar kir ku tu ferq di navbera Şengal û Dêrikê de nine, hemû pêkhateyên herêmê yek in û dê li hemberî dagirekriya Tirk bisekinin.

Hevserokê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Ebdulrehman Hiso jî diyar kir ku daketina tevahî pêkhateyê Tirbespiyê peyamek ji Erdogan û hevalbendên wî re ye ku gefên wî yên li ser herêmê îsrar gel a domandina xeta berxwedanê zêde dike.

TIL HEMÎS

Li navçeya Til Hemîsê bi heman armancê meşeke bi beşdarbûna bi dehan kesî hate lidarxistin.

Meş ji pêşiya avahiya Tirafîkê dest pê kir û di nav kolanên sereke yên navçeyê dewam kir.

Di meşê de pankartên wekî "Na ji dagirekriyê re..dema dema parastina şoreşê ye, na ji dagirkerî û qirkirinê re.. bi hev re em jin û jiyanê biparêzin, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin, na ji dagirkeriya Osmanî ya li bakurê Iraq, Lîbya û Sûriyê re" hatin vekirin û wêneyê şehîd Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr hatin hildan.

Meş li qada Şehîdan rawestiya û veguherî mîtîngê. Ji rêveberên PYD'ê Xalid Sadûn axivî û got: "Tirkiyê hewl dide bi rêya gefên xwe mêtîngeriya Osman berfireh bike. Di heman demê de nexşerêya nû ya dewletên hegemon xêz kirine, saz bike."

Ji rêveberên Kongreya Star a navçeyê Belqîs Hisên jî li hember gafên dagirkerinê banga yekitiyê li gelên herêmê kir.

Mîtîng bi diruşmeyên "Bimire Erdogan", "Bijî rêber Ocalan", "Qatil Erdogan" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

AMÛDÊ

Bi dehan şêniyên navçeya Amûdê bi pankartên "Faşîzma dewleta Tirk û çeteyên wê dê di xwîna zarokên Til Rifetê de bifetis" , alên QSD, Kongreya Star û wêneyên şehîdên komkujiya li Til Rifetê ji qada Jina Azad dest ber bi qada Şehîd Cîhad ve meşiyan.

Meş li qada Şehîd Cîhad rawestiya, li vir Hevserokê Meclisa Navçeya Amûdê Mihemed Çolî axivî, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewldanên xwe yên têkbirina destkeftiyên gelan kurdan û qirkirina gelê Kurd didomîne. Her wiha piştevaniya xwe ji QSD'ê re ragihand.

Di dawiya çalakiyê de diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê û şermezarkirina dewleta Tirk hatin berzkirin.

ANHA